Wezîra Karên Derve ya Almanyayê li ser Kobaniyê peyamek belav kir

19 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Annalena Baerbock Almanya Rizgarbûyê ji Kobanî Kurd Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Karên Derve ya Almanyayê got, "Kobanî sembola têkoşîna qehremaniya Kurdan a li dijî DAIŞê ye."

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.

Piştî ku li Sûriyeyê desthilat ket destê Tehrîr El Şamê (HTŞ) çarenivîsa Kurdan jî tê nîqaşkirin.

Li aliyê din, Tirkiye jî di van demên dawî de gefên operasyona li Kobaniyê zêde kirin

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê li ser Kobaniyê peyamek belav kir.

"Kobanî sembola qehremaniya Kurdan a li dijî DAIŞê ye"

Annalena Baerbockê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê wekî sembol bi nav kir û got:

"Kobanî sembola têkoşîna qehremaniya Kurdan a li dijî DAIŞê ye.

Piştî şerê 14 salan, tişta herî dawî ku divê mirov bike, rijandina xwînê ye."

Her wiha Bearbockê Tirkiye ji parastina Sûriyeyê berpirsiyar dît û anî ziman:

"Berpirsiyariya Tirkiyeyê jî parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û hêviya aştiyê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst