Brîtanya êdî koçberan neyasayî wernagire

08-03-2023
RÛDAW
Brîtanya êdî koçberan neyasayî wernagire
Brîtanya êdî koçberan neyasayî wernagire
Nîşan Brîtanya Koçberên Neyasayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî yasayeke nû, hikûmeta Brîtanyayê êdî destûra rûniştinê nade ti koçberên ku bi rêyên ne yasayî derbasî Brîtanyayê bibin.

Tevî ku rojane çendîn belem bi rêya metirsîdar ji kanala Îngilîz xwe digihînin Brîtanyayê û beşek ji koçberan mafê rûniştinê werdigirin, lê li gor hikumeta wî welatî ji niha û şûnde ew koçberên ku bi rêya avî biçin Brîtanyayê hikûmet mafê rûniştinê nade wan.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak got "Eger tu bi neyasayî bê vê derê nikarî bimînî. Tê bê destserkirin û bi nermî bo wî welatê ku jê hatî bê vegerandin yan jî em dê te bo ew cihên parastî yên wek Rwanda bişînin. Ew sîtem gelek bi bandor karê xwe dike û bazneya hatina koçberên neyasayî têkdibe.”

Ew yasa rê dide Wezareta Navxwe hinek tedbîran li hember koçberan werbigire.

Wek mînak ew koçberên bi rêya Kanala Îngilîz diçin Brîtanyayê yan bo welatên wan tên vegerandin yan jî bo cihên weke Riwanda tên şandin.

Her kesekî ku bê derxistin jî, maf nîne ku careke din vegere Brîtanyayê.

Beşek ji rêxistinên Brîtanyayê rexneyan li hikumeta welatê xwe digirin û dibêjin, divê rêyeke baştir a yasayî bo koçberan bibîne.

Serokê Kampanyaya Alîkarîkirina Koçberan Nick Bales dibêje "Ev yasaya nû bi egerek zêde bandorê li ser hejmara hatina koçberan nake. Eger armanca hikumetê silametiya koçberan e ku ji avê  derbas nebin divê rêyeke din bo wan dabîn bike û sîstemeke guncav a wergirtina koçberan dayne.”

Di sala 2022an de 45 hezar koçber bi belaman derbasî Brîtanyayê bûne. Ev jî ji sedî 60 zêdetir e ji tevahiya ew koçberên ku di sala 2021ê de çûne wî welatî.

Tenê di dû mehên yekem ên îsal de 2 hezar û 950 koçber bi rêya Kanala Ingilîz çûne nav Brîtanyayê. Wate rojane bi awayek navendî 50 koçber derbas bûne.

Li gor amarên Hikumeta Brîtanyayê di sala 2021ê de  ji sedî 14.5ê niştecihiyên Brîtanyayê biyanî bûn. Hejmara biyaniyan di sala 2004an de 5.3 milyon kes bû. Di sala 2021ê de bo 9.5 milyon kes zêde bûye. Piraniya wan 9.5 milyon kesan jî Hindî, Pollandî û Pakistanî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst