Alîgirên Bolsonaro bi ser Kongre û Koşka Serokatiya Brazîlê de girtin

08-01-2023
RÛDAW
Wêne: Reuters
Wêne: Reuters
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîgirên serokê berê yê Brazîlê Jair Bolsonaro bi ser Kongre û Koşka Serokatiyê yên wî welatî de girtin.

Li gor zanyariyan, di dema serdegirtina koşka serokatiyê de,serokê niha yê wî welatî Luiz Inácio Lula da Silva ku ji heftiyekê ve dest bi kar kiriye, li koşkê nebûye.

Dîmenên çûna alîgirên Bolsonaro ber bi avahiyên hikûmetê ve bi awayekî berfireh li ser medyayên civakî belav bûne.

Ajansa Reutersê ragihandiye, alîgirên Bolsonaro bi ser avahiya Kongreyê, Koşka Serokatiyê û hejmarek wezaretan de girtine.

Herwiha ajansa AFP ya Fransî ragihandiye, hêzên emnî yên Brazîlê derdora avahiya parlamentoya welat dorpêç kirine, lê belê ruxmî wê yekê bi sedan kes ji alîgirên serokê berê yê Brazîlê ku serkeftina Lula da Silva di hilbijartinan de qebûl nakin, derbasî nav parlamentoyê bûne û çûne ser banê wê.

Hêzên emnî yên Brazîlê ji bo belavkirina alîgirên Bolsonaro û xwepêşanderên nerazî, gaza rondikrêj bikar anîn, hêzên emnî herwiha garda hespsiwar jî anîne kolanan, lê belê hewldanên wan serkeftî nebûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst