Geştiyarên Alman ji ber agirê daristanan geştên xwe betal nekirine

07-08-2021
RÛDAW
Nîşan Geştiyarên Alman Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniyên Geştyariyê ên Almanya ragihandine ku ji ber agirê daristanan li Tirkiyê, tu geştyarekî Alman geşta xwe ji bo wî welatî betal nekiriye, lê ajansên geştyaran ên li Tirkiyê dibêjin, hinekan rezervasyonên xwe betal kirine û hinekan jî geştên xwe nebirine serî û berî dema xwe vegeriya ne.

Eger heye ku agirê daristanên li Antalya û Mugla bandorê li ser çûnûhatina geştyaran bike ji ber herdû parêzgeh jî navendên geştyariya Tirkiyê ne.

Kompaniyên naskirî ên geştyariyê li Almanya gotine, ji ber agir kesekî geştên xwe betal nekirine. Kompaniya DER ku diwemîn kompaniya mezin a geştyariyê ye ragihandiye ku ji ber agirê li Bodrûmê li ser daxwazê ewê bê beramber guhertinê di dema çûnûhatina geştyaran de bikin. Lê heta niha kesî nexwestiye dema çûna xwe biguhere.

Kompaniya TUI jî gotiye, otêlên ku ew li gel wan kar dikin, bandora agir li wan nebû ye, lê dûman gihîştiye wan û ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşa deverê dikin.

Kompaniya FTI daye zanîn ku hinek geştyar berî dawîhatina geşta xwe bi çend rojan vegeriya ne lê kesekî geştên xwe betal nekirine.

Wezîrê Geştûgûzariya Tirkiyê Mehmet Nuri Ersoy jî gotiye, îsal armanca wan rakişandina 25 milyon geştyar û 20 milyar dolar dahat e û ev armanca wan nehatiye guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst