Erdhejên Japonyayê: Hejmara miriyan derket 78an

04-01-2024
Nîşan Japonya Erdhej Mirî Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber erdhejên ku li Ishikawaya li rojavayê Japonyayê çêbûn 78 kes mirin.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê da zanîn ku 1, 2 û 3yê vê mehê li Nîvgirava Notoya Ishikawayê û peravên wê gelek erdhejên bi mezinahiya 5 û 7an çêbûn.

Hat ragihandin ku ji ber wan erdhejan heta niha 78 kesan cane xwe ji dest daye.

Li Nîvgirava Notoyê îro jî du erdhejên bi hêza 4,8 û 4,9an çêbûne û erdhejên paşekî berdewam dikin.

Li aliyê din, heta niha jî çarenivîsa 50 kesî ne diyar e.

Parêzgariya Ishikawayê jî ragihand ku 300 birîndar tên dermankirin.

Dîsa xisar gihaye 165 dibistan û tesîsan, derdora 30 hezar kesî jî li dibistan û holên werzişê dimînin.

Hat ragihandin ku 2 hezar karmend bi alîkariya makîneyên kar xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst