Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump diyar kir ku Erdogan li ser daxwaza wî êrişî Rojavayê Kurdistanê nekiriye.
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump li Florîdayê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist û li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî axivî.
Trump di konferansê de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wekî dostê xwe bi nav kir û destnîşan kir ku Erdogan li ser daxwaza wî sala 2019an dev ji êrişkirina ser Rojavayê Kurdistanê berdaye.
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump got:
“Serok Erdogan dostê min e û kêfa min jê re tê. Ez bawer dikim ew jî rêzê li min digire.
Ew, ew kes e ku dev ji hin kesan berda piştî ku min jê re got dev ji wan berde, hûn dizanin ez behsa kê dikim, Kurd.”
"Erdogan heta niha ew tişt nekiriye"
Trump da zanîn ku ew nizane dê Tirkiye heta kengî êrişî Rojavayê Kurdistanê neke û got:
“Ez nizanim ew dê heta kengî berdewam bike, ji ber ku ew (Kurd û Tirk) dijminên xwezayî yên hev in, ew ji hev nefret dikin.
Erdogan heta niha ew tişt nekiriye (êriş nekiriye), her wiha berê jî ew tişt nekir.
Wî dest pê kir lê min jê re got, ji kerema xwe re neke û wî jî nekir.”
Trump li ser rûxîna rejîma Beşar Esed û bidestxistina desthilatê ya ji aliyê Heyeta Tehrîr El Şamê ve jî anî ziman:
“Eger hûn li wê yekê ku li Sûriyeyê qewimî binêrin, Rûsya hat lawazkirin, Îran hat lawazkirin.
Her wiha ew jî (Erdogan) kesekî pir jîr e û wî bi şêwe û navên cuda xelk şandin Sûriyeyê.
Ew jî çûn û dest danî ser û tişt bi vî rengî bû.”
Trump red kir ku bersiva pirsên rojnamegeran li ser mayîna hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de bide û got:
“Ev beşek e ji stratejiya leşkerî.”
Trump derbarê hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên di serdema serokatiya xwe de got:
“Leşkerên me Sûriye û Tirkiye diparastin. Em di navbera wan de bûn (di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de).
5 hezar leşkerên me hebûn, li wê derê di navbera du artêşan de sergerdan dibûn.
Artêşek ji wan 300 hezar kes bû, ya din jî 500-600 hezar kes bû ku di amadebaşiyê de bûn.
5 hezar leşkerên me di wê navberê de hebûn.”
Trump got, “Min ji generalekî re got, 5 hezar leşker di wê rewşê de dikarin çi bikin? General li min nihêrî û got, ne baş e, rêzdar, ne baş e.
Min jî leşkerên xwe vekişandin. Hûn dizanin çi qewimî? Ti tişt. Ez hatim rexnekirin.
Ya rast min jiyana 5 hezar kesan rizgar kir.
Me karekî baş kir û em dê karên baştir bikin, ji ber ku niha ezmûneke me ya pir baş heye û kesên me hene ku ez dikarim pişta xwe bidim wan.”
Donald Trump meha Çiriya Pêşîn a sala 2019an biryar da ku beşek ji hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê vekişîne û artêşa Tirkiyeyê êrişî Girê Spî û Serê Kaniyê kir û dagir kirin.
Ev kar rastî rexneyên beşek ji hevpeymanên Amerîkayê û berpirsên Partiya Komariyan û Demokratan jî hat.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse