Erdhejên Japonyayê: Hejmara miriyan derket 48an

02-01-2024
Nîşan Japonya Erdhej Mirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber erdhejên ku li Ishikawaya li rojavayê Japonyayê çêbûn 48 kes mirin.

Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê, duh li Nîvgirava Notoya Ishikawayê û peravên wê bi mezinahiya 5 û 7an gelek erdhej çêbûn.

Hat diyarkirin ku ji ber wan erdhejan heta niha  48 kesan cane xwe ji dest daye.

Li aliyên din, gelek rêyên li herêmên erdhejê kumişîn.

Herwiha li bajarê Wajîmayê yê li Girava Notoyê şewatekê rû da û derdora 200 avahiyî ji ber vê şewatê xisar dît.

Heta niha jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û tîm alîkariyan digihînin kesên ku ji malên xwe derketine.

Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida da zanîn ku erdhejê xisareke zêde daye welatê wî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst