Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Kar û Barên Gazê yê Îraqê Îzet Sabir ragihand ku Îraq dixwaze heta sala 2030î şewitandina gaza hevber a bi petrolê re (APG) bike sifir.
Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Kar û Barên Gazê yê Îraqê Îzet Sabir got, "Îraq dê heta 100 salên din jî xwediyî gaza xwezayî be û di warê rezervên gazê de welatê 11emîn ê cîhanê ye.
Li Îraqê 127 trilyon sê goşe rezerva gazê heye."
Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Kar û Barên Gazê yê Îraqê Îzet Sabir derbarê hilberîna gazê got:
"Di dolarek hilberîna gazê de, sê dolar dahata wê heye û eger em ji sedî 1 hilberînê di gazê de zêde bikin, pêwîstiya me bi milyarek dolarî heye."
Berpirsê Wezareta Petrolê ya Îraqê diyar kir ku Hikûmeta Îraqê di navbera 2020-2030an de nêzîkî 10 milyar dolar hilberînê di gazê de dike û got:
“Îraq dê li hemberî 10 milyar dolarî, 30 milyar dolarî bi dest bixe."
Îzet Sabir her wiha da zanîn ku di kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de, hilberîna gazê bi rêjeya ji sedî 14an zêde bûye.
Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Karûbarên Gazê yê Îraqê Îzet Sabir pirsên Rûdawê bersivandin.
Rûdaw: Gaz yek ji wan tiştên herî stratejîk û girîng e. Doktor, ez pir kêfxweş im ku piştî demeke dirêj em hevpeyvînê dikin. Bi bîranîna ku tu profesor û mamoste yê zanîngehê bûyî, em dixwazin tu ji me re wekî ku te li zanîngehê mijar zelal dikirin, rewşa gazê li Îraqê zelal bikî. Ev mijareke aloz e. Niha kapasîteya hilberîna gazê li Îraqê çi qas e û daxwaza navxweyî ya Îraqê ji bo gazê çi qas e?
Dr. Îzet Sabir: Ez pir kêfxweş im ku em careke din hevdû dibînin. Mixabin di 20 salên borî de hilberîna gaza ku jê re tê gotin gaza hevber a bi petrolê re, hikûmeta Îraqê petrol derdixist, dişand û difirot, guh nedida gazê û beşeke mezin dişewitî. Sala 2011an mezintirîn zeviyên petrolê yên li Îraqê bi kompanyayên navneteweyî re peyman îmze kirin ji bo pêşxistina zeviyên petrolê bêyî ku li ser hilberînê di gazê de bifikirin. Ev sedema sereke ye ku beşeke mezin a gazê dişewite. Niha rojê 3 milyar sêgoşe gaz tê hilberîn, 2 milyar sêgoşe tê hilberîn û milyarek sêgoşe gaz dişewite..
Rûdaw: Vala diçe?
Îzet Sabir: Dişewite, ji ber ku yek ji sedemên derxistina petrolê, fişara gazê ye ku petrolê dişîne derve. Di van 3 salên hikûmeta birêz Mihemed Şîya Sûdanî de, wan pêşînî daye gazê. Sala 2021ê tenê ji sedî 53 gaz dihat hilberîn, îro ji sedî 67 tê hilberîn. Yanî ji sedî 14 ew gaza ku di 50 salên borî de li Îraqê dişewitî, hatiye kêmkirin. Her ji sedî yek wekhevî milyarek dolar e.
Rûdaw: Wateya "ji sedî yek wekhevî milyarek dolar e" çi ye?
Îzet Sabir: Yanî ji sedî yek şewatê kêm bike, milyarek dolar dikeve destê te, ji sedî du şewatê kêm bike, du milyar dolar dikeve destê te.
Rûdaw: Ji bo kêmkirina ji sedî yek a şewatê, pêwîstî bi hilberîneke mezin heye?
Îzet Sabir: Hilberîa di gazê de, sermayeyeke mezin dixwaze. Di navbera salên 2020 û 2030î de hikûmeta Îraqê 10 milyar dolar terxan kiriye ji bo ku di gazê de hiêberînê bike û şewatê kêm bike lê li hemberî wê dê 30 milyar dolar dahat bi dest bixe. Yanî dolarek di hilberîn gazê de xerc bikî, sê dolar ji te re tîne.
Rûdaw: Ji bo çi û bi çi rêyekê ji te re tê?
Îzet Sabir: Ev gaza ku tê de hilberîn tê kirin, gaza şil dide te, LPG ji bo pêdiviyên hemû Îraqê tê bikaranîn û ya zêde jî sala 2024an me nîv mîlyon ton gaza LPGyê şandiye derve. Her tonek bi nêzîkî 500 dolarî tê firotin, em benzîna muhesen jê çêdikin. Rojane 20 hezar bermîl kondensêt bi sedan mîlyon dolarî tê şandin. Em gaza xwezayî hilberînin û dikin stasyonên elektirîkê. Her MCFyek - yanî mîlyon piyê sêgoşe - 4 heta 5 hezar dolar e nirxê wê, eger em vê hilberînê nekin û ji Îranê yan derve bikirrin, ew pereyan kom bikî, ji te re derdikeve ku tu mîlyarek dolarî xerc bikî, 3 mîlyar dolar dahat dide te, hewayeke paqij û zelal jî dide te. Belê, hilberîn di gazê de sermayeyeke zêde dixwaze, demeke dirêj jî dixwaze. Ez nabêjim min ev hemû kirine lê gelek proje hene.
Rûdaw: Ji wê demê ve ku tu hatiyî Wezareta Neftê, hilberîn di gazê de ji sedî 53yan gihiştiye çi?
Îzet Sabir: Ev sedî 14 bi 8 mîlyar dolarî hatiye xerckirin heta niha. Bi 8 mîlyar dolarî me ji sedî 14 hilberîn zêde kiriye û 30 mîlyar dolar dahat bi dest me ketiye. Ji bilî wê, em pêdiviyên welêt jî tijî dikin. Di 3-4 salên pêş me de em dê bigihijin wê yekê ku em yek mîlyon ton LPG bişînin derve.
Rûdaw: Niha kêmasiya pêdiviyên gazê li Îraqê çi qas e?
Îzet Sabir: Binêre, plan û bernameya me ya Îraqê heye ku di sala 2030î de ti gaza hevber neyê şewitandin. Di hemûyî de hilberîn were kirin. Me gera pêncem û şeşem a kêlgehên neftê daye kompanyayên cîhanî û em neçar kirine ku bi wê re h di gazê de jî bikin. Kompanyayeke wekê Total divê di 2028-2029an de li kêlgeha Artawî ya li Besrayê 600 mîlyon sêgoşe hilberîna di gazê de bike.
Rûdaw: Ew kêlgeh yedega wê ya gazê çi qas e?
Îzet Sabir: Ew kêlgeh dikare rojane ji bo 25 salan, 600 mîlyon metresêgoşe gaz derxe.
Rûdaw: Ev gaza hevber e yan gaza serbixwe ye?
Îzet Sabir: Ji sedî 75ê gaza hemû Îraqê hevber e, ji sedî 25ê gaza wê jî serbixwe ye.
Rûdaw: Doktor, ferqa kalîteya wan heye?
Îzet Sabir: Belê, ferqa wan heye. Gaza hevber birûnti e, hilberîna LPG û kondensêta wê zêdetir e, gaza hişk kêm e. Gaza azad û serbixwe gaza hişk zêde ye, rêjeya LPG û kondensêta wê kêm e, ji ber ku ev bi neftê re derdikeve, tê tevlîhevkirin bi neftê û projeyek tê çêkirin ji bo hilberîna benzîna muhesen.
Rûdaw: Bê guman mesrefa hilberînê jî cuda ye?
Îzet Sabir: Belê, mesrefa hilberînê di gaza hevber de zêdetir e ji ber ku projeyên zêdetir, amûrên zêdetir pêwîst in. Jê re tê gotin veqetandina şilemeniyan û amûrên zêde û pereyên zêde pêwîst in.
Rûdaw: Niha qebareya hilberîn û ew sermayeya ku li kertê gazê li Îraqê tê bikaranîn çiqas e?
Îzet Sabir: 10 heta 15 milyar dolar hatine xerckirin û 5 heta 7 milyar dolarên din jî heta sala 2030an dê bên xerckirin.
Rûdaw: Peymana Totalê nêzîkî 26-27 milyar dolar tê gotin.
Îzet Sabir: Peymana Totalê, 4 peyman di nav hev de ne. Yanî peymanek e ku 4 projeyan dihewîne. Projeyek ji bo hilberîna gazê bi du qonaxan e ku dê 600 milyon metre sêca be, projeyek ji bo pêşxistina kêlgeha Ertawî ku bigihêje 200 hezar bermîl. Ertawî li Besrayê ye. Projeyek ji bo paqijkirina ava Şetûl-Erebê ji ava şor û kirina nav kêlgehên petrolê ji bo zêdekirina berhemê petrolê, projeya çarem jî avakirina wêstgeheke karebayê ye bi tîrêjên rojê bi kapasîteya hezar megawat. Her çar proje jî xizmetê didin jîngehê û parastina jîngeheke paqij dikin. Ji ti projeyan yek ji wan jî ne projeyên hêsan in, hemû projeyên stratejîk ên mezin in. Ji ber vê yekê sermayeya wê nêzîkî 25-27 milyar dolar e.
Rûdaw: Madem me behsa qebareya sermayeyê kir, niha salane bi qîmetê çiqasî gaz tê hawirdekirin û ji ku derê tê?
Îzet Sabir: Bi qasî 3 milyar dolar ji Îranê, tenê ji Îranê, ne ji Tirkiye an cihên din. Sê salên pêş me dê termînaleke alîkar li Bendava Faw a mezin bê avakirin ji bo hawirde û hinardeya gazê ji Qeter, Cezaîr, Rûsyayê û çend welatên din.
Rûdaw: Ew gaza ku ji Îranê tê, gelo giran nagihêje destê Îraqê?
Îzet Sabir: Formuleke bihayê heye. Ev formul li gorî bilindî û nizmiya bihayê cîhanî yê petrolê ye.
Rûdaw: Ew gaza ku hûn li Îraqê hilberînin, tu dikarî bi rêje ji me re bibêjî çiqas diçe karebayê, çiqas diçe gaza bikaranîna malan û şirketan?
Îzet Sabir: Eger 100 metre gaza ku li Îraqê pêwîst be, 35ê wî ji derve tînin, 65 li hundir tê hilberîn. Niha ya ku em li hundir hilberînin, ji sedî 90-95 ji bo karebayê ye, ji sedî 5-10 ji bo pîşesazî û kargehan e.
Rûdaw: Karebayê çi qasî xwe spartiye gazê?
Îzet Sabir: Ji sedî 40-50yê wê xwe spartiye gazê. 10 sal berê ji sedî 20-30 bû, 20 sal berê ji sedî 10-15 bû.
Rûdaw: Karebaya ku ji gazê tê hilberîn, qebareya hilberînê û kalîteya wê cuda ye?
Îzet Sabir: Pirseke gelekî di cih de ye. Başiya gazê ew e ku bi 200 milyon metresêcayê, hezar megawat kareba tê hilberîn. Ji vê hezar megawatê turbîn sîkil e, 500ê din jî pê tê hilberîn, ewqas û nîveke din tê resîkilkirin, germahî ji bo wê ye ku kar bi wêstgehên din bike lê eger bi petrola xam û petrola reş kar bike. Bi hevtaya 200 milyon metre sêcaya ku petrola reş û petrola xam e, tenê dikarî hezar megawat kareba hilberînî lê bi 200 milyon metre sêca gaz, dikarî hezar û 500 megawatê hilberînî. Yanî kapasîteya gazê ewqas û nîvê petrola reş û petrola xam e, ji bilî paqijiya wê û ji bilî temenê wêstgeha karebayê. Wêstgeha karebayê eger bi gazê kar bike, 30 heta 35-40 sal temenê wê dibe. Eger bi petrola reş û petrola xam kar bike, 20 sal temenê wê dibe, ji ber vê di berjewendiya hilberîner de ye ku wêstgeha karebayê bi gazê kar bike ne bi petrolê.
Rûdaw: Sifir avêtin, sifir şewitandin, sifir belavkirin ku jê re tê gotin (Zero Flare), kengî wê wisa be ku agirên Îraqê ji ber avêtinê gur nebe û em dê bi çiqasî bigihîjin wê?
Îzet Sabir: 10 milyar dolar ji me re pêwîst e. 2030 bi xêra Xwedê em dê bigihîjinê. Pere jî amade ye, ji ber ku beşeke hikûmetê bi xwe dike, beşeke wekî mînak Total e. Total pereyan tîne û şewitandina gazê kêm dike, ew petrola ku hildiberîne, ji wê petrola ku em difiroşin em pereyê gazê didine û gazê jî hildiberîne, li ba me li Silêmanî û Kerkûkê, ew gaza zêde ya li Kerkûkê heye dişewite û bajar qirêj kiriye.
Rûdaw: Nêzîkî ji sedî 36ê wê gaza ku niha tê belavkirin, bi bihayê 8 heta 10 milyar dolar dibe di 5 salên pêş de. Ti astengî hene?
Îzet Sabir: Pirsgirêka teknîkî heye, hin caran dibe ku siyasî jî be, bi hêsanî ev kar nayê kirin.
Rûdaw: Derbarê vegerîna BPyê bo Îraqê, bi taybetî bo Kerkûkê, piştî çendîn dehsalan ji qutbûnê. BP wekî tê behskirin dê li gaza hevber hilberînê bike, ez dixwazim tu agahiyan li ser peymana BPyê bidî min.
Îzet Sabir: BP li çar kêlgehên petrolê yên li Kerkûk û derdora wê hilberînê dike û pêş dixe, tu dizanî ez bi awayekî ji awayan Kerkûkî me û dê ji bo Kerkûkê bi xêr be, dê 10 hezar ciwanên Kerkûkî bêne damezirandin, ev yek ji mercên bingehîn e, dema pêşxistinek tê kirin, divê pêşînî ji bo hêza karkerên xelkê Kerkûkê be.
Niha li Besrayê gelekî zehmet e kesek ji Kurdistanê yan ji Bexdayê biçe li wir bi wan kompanyayan re kar bike. Dibêjin derfeta kar dê ji bo xelkê Besrayê be, ji bo Kerkûkê jî divê wisa be. Proje ev e: Ew dê li çar kêlgehên petrolê li Kerkûkê hilberînê bikin. Niha hilberîn 300 hezar bermîl e, dê bikin 450 û heta 15-20 salên din, her gazek ku zêde bibe ji encama pêşxistina van kêlgehan, dê projeyê jê re ava bikin û hilberînê di gazê de jî bikin. Tê wê wateyê ku ew çar kêlgeh û derdora wan di 3-4 salên pêş de, divê li ser kompanya BPyê ti şewitandina gazê li wê herêmê nehêle, hilberîna nû derfetên kar çêdike, li hemberî wî pereyê ku xerc dike, dê bistîne.
Rûdaw: Ti texmîn hene ku em bizanin qebareya wan rêkeftin û peymanan çi qas e ku hatine pesendkirin?
Îzet Sabir: Hîn ev peyman ne hatiye îmzekirin û ne jî temam bûye.
Rûdaw: Ew gaza ku dê were bikaranîn ji bo hilberîna karebayê û ji bo gelek tiştên din dê were bikaranîn, ya ku ji Kerkûkê derdikeve?
Îzet Sabir: Dê ji bo hemû wêstgehên karebayê yên Kerkûk û Mûsilê û wan deveran be. Gaza şîn dê li ser niştecih û karxane û pîşesaziyan bê belavkirin. Kondensata wê jî dê palawgeha were şadin û dê benzîn jê were çêkirin.
Rûdaw: Beşa erka te li Wezareta Neftê ji hemûyan girîngtir e, ji ber ku niha Îraq her çi qas hilberînê di neftê de zêde bike jî, OPEK û OPEK Plus dibêjin berhemanînê zêde neke?
Îzet Sabir: Wek te got, Îraq dikare ji wê zêdetir bişîne derve ya ku niha destûr jê re hatiye dayîn û sînor jê re hatiye danîn. Arasteyê Îraqê ev e: Ji vir û pê ve her berhemeke zêde ya neftê çêbike, dê bibe nav palawgehên û petrokîmyayê. Armanca wê ji van kêlgehan ew e ku lezê bike li wan kêlgehan ku gaza wan zêde û nefta wan kêm e. Jê re tê gotin GOR (Rêjeya gazê). Gelek kêlgehên me yên neftê hene lê qebareya gazê pir zêde ye, yanî hilberînê di wê neftê de dike da ku gazê bi dest bixe. Ji ber vê yekê ti sînor li ser Îraqê nîne ku çiqas gazê hilberîne, bi belgeya ku em gazê hildiberînin, ji ber vê her çi qas em hilberînê di gazê de bikin, em dê bi ser bikevin, kes ji me re nabêje çima we kir û dahatên me jî dê bi dest bikevin û jîngeheke paqij jî dê ji me re hebe.
Rûdaw: Doktor, pispor carinan behsa vê yekê dikin ku gazê wekî çavkaniyeke paqij a enerjiyê dixin nav çavkaniyên nû yên wekî tava rojê. Bo mînak, Kristin Petroleum li Herêma Kurdistanê dibêje 'Me bi rêya bikaranîn û hilberîna gazê kariye rê li ber avêtina nêzîkî 20 milyon ton CO2 bigirin'. Baş e, ev hilberîna ku Îraq di gazê de dike, kariye rê li ber avêtina çend milyon ton gaza ziyandar bigire û çi qasî bandorê li başkirina jîngehê kiriye?
Îzet Sabir: Îraq sala 2015an îmze kiriye û soz daye ku heta sala 2030î şewitandina gazê nemîne. Em wekî Wezareta Neftê berdewam in û hêviya me gelek e ku em beriya sala 2030î bigihîjin vê armancê.
Rûdaw: Kengî tu hatî Wezareta Neftê?
Îzet Sabir: Yekem roja Sibata 2023yan, hîn nebûye du sal.
Rûdaw: Di van du salan de guherîneke mezin çêbû?
Îzet Sabir: Ez behsa xwe nakim, ji ber ku berê wekaleteke bi tenê ya girêdayî gazê tunebû. Ez karê xwe dikim, armanca min heye, ez dizanim ji bo çi hatime û erkê min çi ye, ji ber vê yekê min her tim hewl daye ku di karê xwe de bi ser bikevim. Di vê odeyê de gelek dosyayên çaresernebyî hebûn di mijara gazê de, wekî min got di van du sal û nîvan de - em bêjin ez 6 meh piştî serokwezîr hatime, me ji sedî 14yê hemû gaza Îraqê ya ku dişewitî kêm kiriye.
Rûdaw: Ev karekî pir pir baş e te kiriye doktor, em pir pir kêfxweş bûn, her bijî.
Îzet Sabir: Spas ji bo we û hûn jî bi ser bikevin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse