Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke PAKURDê li Brukselê çû serdana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û her du aliyan “derbarê geşedan û endîşeyên dawî hin dan û standin kirin”.
Şandeya Partiya Kurdistanî (PAKURD) di çarçoveya çalakiyên xwe yên dîplomatîk de çû serdana avahiya KNKyê ya li Bruksela paytexta Belçîkayê û ji aliyê berpirsên KNKyê Karamus Ahmed û Zubeyîr Aydar ve hat pêşwazîkirin.
Di şandeyê de Serokê berê yê PAKURDê Îbrahîm Halîl Baran, Serokê niha yê PAKURDê Gewran Goyî û Serokê PAKURD Akademiyê û endamê Dîwana Serhengeyê Sîmon Suleymanî cih girt.
Partiya Kurdistanî (PAKURD) li ser hesabê xwe yê Xê bi daxuyaniyekê serdana xwe ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ragihand.
PAKURDê di daxuyaniya xwe de da zanîn:
“Em wekî heyeta PAKURDê li Brukselê çûn ziyareta KNKyê û me derbarê geşedan û endîşeyên dawî hin dan û standin kirin.
Em car din ji bona mazûvaniya birêz Zubeyir Aydar û birêz Ahmed Karamus spas dikin.”
Em wek heyeta PAKURDê li Brukselê çûn zîyareta KNKê û me derbarê geşedan û endîşeyên dawî de hin danûstandin kirin. Em car din bona mazûbanîya birêz @ZubeyirAydar û birêz @KaramusAhmed spas dikin. @EdGewran @ixbaran pic.twitter.com/9WZXk9DlNx
— Partiya Kurdistanî (@PAKURD) March 5, 2025
Partiya yekem a dîjîtal a Kurdistanê Partiya Kurdistanî (PAKURD) sala 2014an hat damezirandin û armanca wê parastina mafên Kurdan û bidestxistina desthilatdariyeke serbixwe ya Kurdistanê ye.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî sala 1999an wekî platformeke giştgir a Kurdan hat damezirandin û li Brukselê kar û çalakiyên dîplomatîk dimeşîne.
Armanca saziyê platformeke neteweyî ya Kurdan a siyasî, civakî û çandî be û dengê Kurdan bigihîne civaka navneteweyî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse