Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ji şêniyên Greenlandê xwest ku bibin beşeke Amerîkayê û diyar kir, “Bi çi awayî dibe bila bibe em dê Greenlandê bi dest bixin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh li Kongreya Amerîkayê bi amadebûna endamên partiyên Komarî û Demokratan, li ser siyaseta îdareya xwe gotarek pêşkêş kir.
Trump di axaftina xwe de peyamek ji şêniyên Greenlandê re şand û got:
“Em ji bo diyarkirina paşeroja we bi hêz piştgiriya mafê we dikin.
Eger hûn bixwazin, em bi germî pêşwaziyê li we dikin ku hûn bikevin nav Amerîkayê.
Ji bo ewlehiya niştimanî û heta ji bo ewlehiya navneteweyî pêdiviya me bi Greenlandê heye û em dê bi hemû aliyên pêwendîdar re hewl bidin wê bi dest bixin.”
“Em dê Greenlandê bi dest dixin”
Trump amaje bi wê yekê jî kir, ew bi ti awayî dev ji Greenlandê bernade û anî ziman:
“Bi çi awayî dibe bila bibe em dê Greenlandê bi dest bixin.
Em dê we biparêzin û dewlemend bikin. Bi hev re em dê Greenlandê bigihînin astekê ku we berê qet fikra wê jî nekiriye.”
Ji dema ku Trump 20ê Kanûna Paşîn a 2025an wekî Serokê Amerîkayê dest bi kar kir ve, çend caran daxwaza xwe ya ji bo kirîna Greenlandê aniye ziman.
Greenlanda ku di bin serweriya Danîmarkayê de ye, nerazîbûna xwe ya tund a li hemberî vê daxwaza Trump nîşan daye.
Trump piştî ku dest bi karê xwe kir ragihand, ew dûr nabîne ji bo ku Greenlandê bike beşeke Amerîkayê hêz an guvaşa aborî bi kar bîne.
Danîmarkayê roja 27ê Kanûna Paşîn a 2025an li hemberî gefên Trump ragihand, ew dê 2 milyar dolaran ji bo ewlehiya herêma xweser terxan bike.
Danîmarkayê her wiha amaje pê kir, ew dê sê keştiyên şer û dronên bipêşketî bişîne herêmê û heyva çêkirî ber bi pêş ve bibe.
Rojek piştî ku Trump bû Serokê Amerîkayê, Serokwezîrê Greenlandê Mute Egede ragihand, Greenland dixwaze ji Amerîkayê re “hevkarekî xurt” be lê tekez kir ku xelkê Greenlandê naxwaze bibe Amerîkî.
Daxwaza Trump a ji bo Greenlandê dilgiranî li Danîmarkayê û seranserî Ewropayê çêkiriye.
Amerîka hevpeymana xurt a Yekîtiya Ewropayê ya 27 endamî ye û endamê sereke yê Hevpeymana NATOyê ye.
Piraniya Ewropiyan şaş bûn bi vê yekê ku Serokê Amerîkayê heta difikire ku hêzê li dijî hevpeymanekî xwe bi kar bîne.
Şêniyên Greenlandê 57 hezar kes in lê axeke berfireh e û çavkaniyên wê yên xwezayî yên wekî petrol, gaz û madenên kêmpeyda jî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse