Hewlêr (Rûdaw) - Senatoya Amerîkayê pejirand Pam Bondiya ku Trump ew wekî namzed diyar kiribû bibe Wezîra Dadê.
Li gorî nûçeya Fox Newsê, di dengdana li Senatoyê de 54 senatoran dengê “erê” û 46 senatoran jî dengê “na” da.
Bi vî awayî Pam Bondi bû Wezîra Dadê ya nû ya Amerîkayê.
Bondî jina yekem bû ku bû Serdozgera Giştî ya Floridayê û wê ji hilbijartinên 2016an û bi vir ve piştgirî daye Trump.
Bondi di doza yekem a ezilkirina Trump de parêzeriya wî kir û piştgirî da îtiraza li hemberî encamên hilbijartinên serokatiyê yên 2020î.
Bondi ji 2021ê û bi vir ve li Enstîtuya America First Policyê ya ku rêxistineke hizrî ya rastgir e û siyasetên mihafazakar bi pêş dixe bi Linda McMahona ku Trump ew wekî namzeda Wezîrê Perwerdeyê destnîşan kiribû û hevalên din ên Trump re xebitî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse