12 keştiyên din ên dexlûdan ji Ukraynayê bi rê ketin

04-09-2022
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Genim Dexlûdan Keştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji benderên Ukraynayê 12 keştiyên din ên genim ber bi bazarên cîhanê ve bi rê ketin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê vê mijarê de li ser Twitterê eşkere kir ku îro ji benderên Ukraynayê 12 keştiyên din yên dexlûdanan ber bi Tirkiyê ve bi rê ketine.

Li gorî vê daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, hatina van 12 keştiyên dexlûdan, di çarçoveya rêkeftina hinardekirina dexlûdana Ukraynayê de ye ku di navbera Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye û Ukraynayê de hatiye îmzekirin.

Li ser vê bingehî vê îro 4ê Îlonê 2022yan 12 keştiyên din ên genim ji benderên Ukraynayê ber bi bazarên cîhanê ve bi rê ketin.

Herî dawî di 29ê Tebaxê de jî 3 keştiyên din ên dexl û dan ji benderên Ukraynayê ber bi bazarên cîhanê ve birêketibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst