Rêberê Hizbulahê: Şerê bi Siyonîstan re şerê herî rewa ye

03-11-2023
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Lubnanê Hesen Nasrallah Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nasrallah têkildarî şerê Îsraîl û Hemasê got, “Şerê bi Siyonîstan re şerê herî rewa ye.”

Rêberê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nasrallah piştî şerê Îsraîl û Hemasê cara ewil derket pêşberî kamerayan û daxuyanî da.

Rêberê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nasrallah bal kişand ser êrişa Hizbulahê ya li dijî Îsraîlê û got:

“Di cih û wextê xwe de bû.

Nêzîkî mehekê ye artêşa Îsraîlê ti destkeftiyeke leşkerî bi dest nexistiye. Ti şer ji şerê li dijî sîyonîstan rewatir nîne.”

Hesen Nasrallah diyar kir kesên ku Îsraîlê ew “şehîd xistine” piranî sivîl in.

Hesen Nasrallah anî ziman ku Îsraîl mizgeft, dêr û dibistanan dike armanc û got:

“Welatên din dikaribûn êrişên ku mehek e Îsraîl dike bi çend fuze û balafiran pêk bînin.”

Rêberê Hizbulahê li ser îdiayên ku dibêjin Îran li pişt êrişên Hemasê ye got, “Ev biryar bi temamî ji aliyê Hemasê ve hatiye dayîn. Îran li cihê hêzên berxwedanê biryarê nade.”

Rewşa dawî ya şerê Hemas û Îsraîlê

Şerê Hemas û Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşinê ve didome.

Li gorî daxuyaniya Îsraîlê, di êrişên Hamasê de 315 leşker, bi giştî hezar û 400 Îsraîlî hatin kuştin û 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûn.

Herwiha di destê Tugayên Qassam de 242 girtiyên Îsraîlî hene.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, di êrişên Îsraîlê de 3 hezar û 826 zarok, 2 hezar û 405 jin, bi giştî 9 hezar û 227 Filistînî hatine kuştin, herî kêm 23 hezar kes jî birîndar bûne.

Di şer û pevçûnên di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbulahê de ji 8ê Çiriya Pêşinê vir ve 56 endamên Hizbulahê û 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst