Nêçîrvan Barzanî gihişt Koşka Elyseeyê

03-11-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Koşka Elyseeyê Emmanuel Macron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihişt Koşka Elyseeyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Fransayê de li Parîsê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihişt Koşka Elyseeyê û dê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Emmanuel Macron çûye Parîsê.

Di navbera Parîs û Hewlêrê de pêwendiyên bihêz hene û ev çend car in Serokê Herêma Kurdistanê diçe Fransayê û bi Serokkomarê Fransayê re dicive.

Tê pêşbînîkirin ku di civînê de ev babet bên gotûbêjkirin:

- Şerê DAIŞê

- Ewlehiya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Îraqê

- Reformên Pêşmergeyan û rola Fransayê ya di van reforman de

- Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û talebên Fransayê yên ji bo çareseriya pirsgirêkan

- Petrol û gaz

- Guvaşa Îraqê û helwesta Fransayê ya di mijara hinartina Petrola Kurdistanê de

- Ewlehiya hêzên Fransayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst