Li Yunanistan û Tirkiyeyê belemên koçberan bin av bûn: Bi dehan kes mirin

03-04-2025
RÛDAW
Nîşan Deryaya Egeyê Tirkiye IOM Pirsgirêkên Penaberan Yunanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Girava Lesbosa Yunanistanê qayikeke koçberan bin av bû û herî kêm 7 kes mirin, li navçeya Ayvacikê ya Çanakkaleyê jî belemeke din bin av bû û 9 kes mirin. 

Birêveberiya Polîsê Kenarê Deryayê yê Yunanistanê ragihand ku belemeke ku 30 koçber tê de bûn, ji peravên Tirkiyeyê ber bi peravên Yunanistanê ve bi rê ketibû û li nêzîkî Girava Lesbosê ya Yunanistanê bin av bû.

Polîsê Yunanistanê amaje pê kir ku sedema binavbûna belemê ew bû ku belem qul bûye û av ketiye hundirê wê.

Her çi qas Birêveberiya Polîsê Kenarê Deryayê yê Yunanistanê Polîsê Yunanistanê nasnameyên wan kesên ku canê xwe ji dest daye eşkere nekiriye lê eşkere kiriye ku çar kes ji wan jin in.

Çalakvanê mafên mirovan Renc Pişderî ku gelek caran rewşa koçberan dike ji Rûdawê re got:

"Bûyer sibeha pêncşemê qewimiye û heta niha nasnameyên ti kesî nehatiye eşkerekirin.

Heta niha ti malbateke Kurd me agahdar nekiriye ku malbatên wan di wê demê de di rê de bûn; ji ber vê em nizanin ma Kurd di nav qurbaniyan de hene yan na."

Bûyera li Çanakelaya Tirkiyeyê

Li heman rojê, li derayayê li başûrê navçeya Ayvacikê ya parêzgeha Çanakkaleyê, belemeke koçberan bin av bû. Di bûyerê de 9 kesan canê xwe ji dest da, 25 kes hatin rizgarkirin.

Tîmên Fermandariya Ewlehiya Qeraxa Deryayê ya Bakurê Egeyê, agahiyekê wergirtin ku li derveyî Ayvacika Çanakkaleyê belemeke lastîkî ya koçberan bin av bûye.

Tîman 25 kesên di qeyika lastîkî de rizgar kirin û gihandin bejahiyê, termên 9 kesan jî hatin dîtin.

Koçberên ku hatin rizgarkirin, piştî midaxeleya tîmên tenduristiyê yên ku li ser agahdarkirinê hatibûn cihê bûyerê, bi ambulansan sewqî nexweşxaneyên Balkesîr û Çanakkaleyê hatin kirin.

Rewşa koçberiyê ya li Deryaya Egeyê

Salane bi dehan koçber di hewldana gihîştina jiyaneke baştir li Ewropayê di Deryaya Egeyê canê xwe ji dest didin.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) diyar dike di 10 salan de 30 hezar û 955 kes di hewldana derbasbûna Deryaya Egeyê de canê xwe ji dest daye yan windabûne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, tenê sala borî nêzîkî 2 hezar û 500 kes li Deryaya Egeyê canê xwe ji dest daye yan windabûne.

IOMê jî eşkere dike ku  ji destpêka vê salê ve nêzîkî 9 hezar koçber çûne Yunanistanê û piraniya wan bi rêya deryayê çûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst