600 welatiyên Rûsyayê li Xezeyê asê mane

02-11-2023
Nîşan Xeze Rûsya Welatî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Rûsyayê yê Îsraîlê Anatolî Vîktorov ragihand ku di lîsteyên kesên ku ji Xezeyê bên derxistin de derdora 600 welatiyên Rûsyayê hene.

Anatolî Vîktorov destnîşan kir ku dema deriyê sînor ji wan re bê vekirin, ew dê dest bi veguhastina wan kesan bikin.

“Em bi rayedarên Misirê re dixebitin”

Balyozê Rûsyayê yê Îsraîlê Anatolî Vîktorov got, “Dema sînor vebe dê nêzîkî 600 welatiyên Rûsyayê ji Xezeyê bên veguhastin” û pê de çû:

“Em ji bo veguhastina nêzîkî 600 welatiyên Rûsyayê bi awayekî çalak bi rayedarên Misirê re dixebitin.

Herwiha em ji bo veguhastina zêdetir ji 300 welatiyên dewletên din, cîranên me, bi taybetî welatên Hevalbendiya Dewletên Serbixwe (komarên Sovyeta berê) jî dixebitin.

Em di nava têkiliya çalak de ne û em amade ne. Dema ku dergeh ji bo welatiyên me bê vekirin em dê wan hemûyan veguhêzin."

Balyoz destnîşan kir ku bo organîzekirina veguhastinê dê dîplomatên Rûsyayê ji Qahîreyê bên şandin.

Anatolî Vîktorov amajê pê kir ku dê veguhastina wan kesan bi otobus û balafiran were kirin.

600 kes ji Xezeyê derdikevin, welatiyên Rûsyayê di nav wan de nînin

Li aliyê din, hat ragihandin ku derdora 600 kesên biyanî ji Xezeyê derdikevin lê welatiyên Rûsyayê di nava wan de tunin.

Hat ragihandin ku îro welatiyên Japonya, Awisturya, Bulgaristan, Endonezya, Urdun, Awistralya û Komara Çekê dê karibin ji Xezeyê derkevin.

Di lîsteya kesên ku dê di Deriyê Refahê re ji Xezeyê derkevin welatiyên Rûsyayê nînin.

Çarşemê jî xala kontrolê ya Refahê ji bo veguhastina 81 birîndar û nêzîkî 500 karmendên rêxistinên navdewletî hatibû vekirin.

Herwiha koma ewil a Filistîniyên xwedî welatîbûna dualî, ji Xezeyê hatin veguhastin.

Li gorî nûçeyên medyayê, rojane nêzîkî hezar kesî dê ji xala kontrolê ya sînor derbas bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst