Di navbera dengderên YSP û MHPê de şer derket: Birîndar hene

02-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Marsilya Fransa Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Marsilyayê yê Fransayê di navbera dengderên Partiya Çep a Keskan (YSP) û dengderên Partiya Tevgera Netewperest (MHP) yên ku ji bo dengdanê çûbûn ser sindoqan pevçûn derket. Di pevçûnan de 4 kes birîndar bûn û 2 kes jî ji aliyê polîsên Fransayê ve hatin desteserkirin.

Dengdana dengderên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê yên li derveyî welat berdewam e. Di roja pêncemîn a dengdayînê de li bajarê Marsilyayê yê Fransayê di navbera dengderên YSPê û MHPê pevçûn derket.

Li gorî Dengê Amerîka, bûyera ewil derdora seat 14:30an li navendeke dengdanê ya li herêma 8 a Marsîlyayê, li nêzîkî Parc Chanot rû da.

4 kesên di şer de birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Timone. Ji bo ku pevçûna di navbera her du koman de bi dawî bibe, polîsan neçar ma gaza rondikrêj bikar bînin.

Pevçûna duyemîn di saetên êvarê de derket. Di dawiya rojê de tevî hebûna hêzên ewlehiyê pevçûn derket û piştî pevçûnan polîsan 2 kes desteser kirin.

Ji ber bûyeran dengdayîn hat rawestandin.

Serdozgeriya Marsîlyayê der barê bûyeran de lêpirsîn da destpêkirin. Rayedarên Fransî hêj ti daxuyanî nedane.

Li gorî şahidan, komek ciwanên Kurd ku ji meşa 1ê Gulanê vedigeriyan, bi dirûşmên bi kurdî nêzî rêza hilbijartinê bûn û komek alîgirên MHPê yên di dorê de jî bi îşareta "gurê boz" (bozkurt) bersiv dan.

Hat gotin ku li ser pêşî pevçûnek mezin derketiye, piştre jî şer û pevçûnên biçûk rû dane.

Nûnerê Partiya Çep a Keskan Yusuf Şahîn ji Dengê Amerîka re têkildarî bûyeran axivî.

Yusuf Şahîn got: “Ji kîjan alî ve dibe bila bibe, em dê ti carî qebûl nekin ku ev bûyer çêbibin. Me jî ji koma xwe re nivîsî û ji hemû yekîneyên partiya xwe re şand. Eger bûyerên wiha rû bidin, pêşî em dê mudaxele bikin. Kîjan dengdêr bin bila bibin, nikarin bi konvoyê werin, nikarin sloganan biqîrin, her kes dê were mafê xwe yê demokratîk bikar bîne. Ti helwest û tevgereke din nayê qebûlkirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst