Fransa sibe diçe ser sindoqan: Çepgir an rastgir?

06-07-2024
Hêmin Ebdullah
Marine Le Pen / Wêne: Reuters
Marine Le Pen / Wêne: Reuters
Nîşan Fransa Hilbijartin Rastgir Çepgir
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Sibe li Fransayê hilbijartinên gera duyem ên parlamentoyê tên kirin û li qadê têkoşîneke xurt a rastgir û çepgiran heye.

Gera yekem a hilbijartinan 30ê Hezîranê hat kirin û rastgirên fanatîk bi rêjeyeke derdora ji sedî 33yan bûn yekemîn.

Li wî rexê avê (Brîtanya) çepgiran zora rastgiran bir û wan piştî bêtirî 14 salan kursiyê desthilatê bi dest xist.

Li vî rexê avê jî (Fransa) sibe hilbijartineke çarenivîssaz heye lê ne wekî hilbijartinên Brîtanyayê ye.

Li Fransayê rastgirên tund bi rêberiya Jordan Bardella û Marine Le Penê bi hemû partiyên din ên siyasî yên Fransayê re hevrikiyê dikin.

Ji partiya Serok Macron bigire heta partiyên siyasî yên herî çepgir ên Fransayê, bi hev re hewl didin ku nehêlin rastgirên tund piraniya parlamentoyê bi dest bixin.

Anketa herî dawî nîşan dide ku Macron û yên din dê sibe di hewldanên xwe de bi ser bikevin.

Dibe ku yek ji hevpeymanan karibe ji 577 kursiyan 289an bistîne lê li gorî rapirsiyeke saziya Harris Interactiveyê, dê partiya Le Penê û hevpeymanê wê yê komarîxwaz di rewşa herî baş de 270 kursiyî bi dest bixin.

Nifûsa Fransayê derdora 68 milyon û 400 hezar kesî ye û mafê dengdanê yê 49,5 milyon kesan heye.

Parlamenterê ku bên hilbijartin dê 5 salan milet temsîl bikin.

Hilbijartin dê sibe saet 08:00an dest pê bikin û saet 18:00an biqedin lê dê li bajarên mezin ên wekî Parisê dengdan heta saet 20:00î berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst