Lîtwanya ji bo bihêzkirina sînorê xwe daxwaza pereyan ji Yekîtiya Ewropayê dike

02-04-2023
RÛDAW
Lîtwanya ji bo bihêzkirina sînorê xwe daxwaza pereyan ji Yekîtiya Ewropayê dike
Lîtwanya ji bo bihêzkirina sînorê xwe daxwaza pereyan ji Yekîtiya Ewropayê dike
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Lîtwanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Lîtwanyayê ji bo rêgirîkirina koçberan ji Belarûsê ve bo nava wî welatî, daxwaza 60 milyon Euroyan ji Yekîtiya Ewropayê dike, tevî ku sînorê di navbera wan de bi dîwarekî hesinî hatiye cuda kirin.

Hejmarek koçber hewl didin ji sînorê Belarûsê biçin nav Lîtwanyayê. Wezareta Navxwe ya Lîtwanyayê dibêje, çûna koçberan ji Belarûsê bo nav welatê wan zêde bûye û Belarûsê wek teşwîqkerê wî karî dibînin.

Wezîra Navxwe ya Lîtwanyayê Agnė Bilotaitė  anî ziman, “Em heta niha jî gefê li ser sînorên xwe dibînin. Êrîşa elektronîk a Belarûsê bo ser sînorên me bêguman bi dawî nebûye.”

Berpirsên Lîtwanyayê behsa wê yekê dikin ku ji Tebaxa 2021an ve 4 hezar û 200 koçber ji Belarûsê çûne nav wî welatî û 19 hezar û 900 hewlên derbasbûnê jî pûç kirine.

Lewra daxwazê ji Yekîtiya Ewropayê dike, 60 milyon euro bide Fermangeha Zêrevanên Sînorê wê, daku hejmara ger û çavdêriyên xwe li sînorê Belarûsê zêde bikin.

Gen Rustamas got, “Koçberên neyasayî nikarin di sînorên me re derbas bibin ji ber berbest hene, lê grûpek ji koçberên neyasyî bi hevkariya zêrevanên sînor ên Belarûsê hewl didin berbestê têk bidin. Eger berdewam çavdêrî hebe, zêrevanên me yên sînor dikarin di dema xwe de bigihin cih, koçberên neyasayî desteser bikin an rê li hatina bo nav Lîtwanyayê bigrin.”

Hemû sînorê hevbeş ê navbera Belarûs û Lîtwanyayê bi dîwarê hesinî hatiye cudakirin.

Lê tirsa berpirsên Lîtwanyayê ji zêdebûna pêla koçberan vedigere derketina wî welatî ji rêkeftina Hevahengiya Parastina Sînorê Hevbeş ê Lîtwanya û Belarûsê di naverasta meha Sibatê de.

Lîtwanya pêşbînî dike, piştî bidawîbûna rêkeftinê, zêrevanên Belarûsê êdî hewl nadin rê li ber koçberan bigirin bo çûna nav Lîtwanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst