Ukraynayê ji bo hilberîna çekan bi Brîtanyayê re peyamek îmze kir

02-03-2025
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Brîtanya Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku wan bi Brîtanyayê re peymana krediyê îmze kir û çavkaniya ku ji wir were dê li Ukraynayê ji bo hilberîna çekan were veqetandin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer re de  li Londonê çend mijar gotûbêj kirin.

Volodymyr Zelenskyy da zanîn ku ew li ser ezmûnên ku li ber Ukrayna û Ewropayê ne, kordînasyona hevbeş, gavên bihêzkirina rewşa Ukraynayê ya li hemberî Rûsyayê, bidawîkirina şer bi aştiyeke adil û garantiyên ewlehiyê rawestiyan.

Zelenskyy destnîşan kir ku Starmer peyama piştgiryeke rêgezî da û di navbera Ukrayna û Brîtanyayê de peymaneke krediyê jî hat îmzekirin.

Bi gotina Zelenskyy çavkaniya di çarçoveya vê peymanê de dê li Ukraynayê ji bo hilberîna çekan were veqetandin.

“Yê şer da destpêkirin divê berdêla wê bide”

Serokê Ukraynayê her wiha got:

"Ev kredî dê şiyanên Ukraynayê yên parastinê xurt bike û bi dahatên ku dê ji bikaranînên ji samanên Rûsyayê yên cemidandî bên bidestxistin, bi paş de bê dayîn.

Edaleta rasteqîn ev e. Yê şer da destpêkirin, divê berdêla wê bide. Ji ber piştgiriya wan a bihêz a ji destpêka şer û vir ve ez spasiya gel û hikûmeta Brîtanyayê dikim.

Em xweşhal in ku hevkarekî me yê strarejîk ê bi vî rengî heye û ji bo xuyaniya paşerojeke ewle, em xwedan heman vîzyonê ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst