Hewlêr (Rûdaw) - Îro dê 12 serkirdeyên cîhanê li Londona paytexta Brîtanyayî bicivin û mijara sereke ya civînê jî vegera aştiyê û zindîkirina derfeta agirbestê ya li Ukraynayê ye.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer dê di li Lûtkeya Londonê de mazûvaniya serkirdeyên Ewropa û Kanadayê bike.
Ev jî wekî hewldanekê ye ji bo tekezkirina piştgiriya welatên rojavayî ji bo Ukrayna û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy piştî nakokiya wî û Serokê Amerîkayê Donald Trump ya li Koşka Spî.
Li gorî medyaya cîhanê, di vê civînê de, dê Serokwezîrê Brîtanyayê û hemû serkirdeyên din ên beşdarê Lûtkeya Londonê, piştgiriya xwe ji bo Ukraynayê û alîkarîkirina zêdetir a wan welatan li dijî Rûsyayê dubare bikin.
Kêmbûn alîkariyên darayî û leşkerî yên rojavayî ji bo Ukraynayê yek ji sedemên têkçûna pêwendiyên Kiev û welatên rojavayî ye.
Lê piştî nîqaşa di navbera Trump û Zelenskyy de, welatên Ewropayê daxwaza zêdekirina alîkariyan dikin.
Di nav wan de, Almanyayê roja Şemiyê daxwaz kir di dema herî Kurd de hevkariya leşkerî ya Ukraynayê bi bihayê 3 milyar euroyî bê kirin.
Her wiha roja Şemiyê, di civîna li gel Zelensky de, Serokwezîrê Brîtanyayê ragihand ku di civîna Yekşemê de hêvîdar e alîkariyên zêdetir û berbiçav ki bo Ukraynayê bi dest bixin.
Her wiha Starmer dê hewl bide gotûbêjên rawestandina şerê sê salan ê Ukraynayê jî zindî bike da ku Trump qayil bikin ku Ewropa û Brîtanya amade ne gavên zêdetir ji bo parastin û ewlekariya herêmê biavêjin.
Ajansa Reutersêjî ragihandiye ku dibe hinek ji serkirdeyên beşdarê Lûtkeya Londonê, daxwazê ji Zelenskyy bikin da ku ku dest bi gotûbêjên li gel Trump bike.
Biryar e di Lûtkeya Londonê de Starmer, mazûvaniya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von der Leyen, Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau bike.
Ji bilî van, serkirdeyên Holenda, Norwêc, Polonya, Spanya, Fînlanda, Swêd, Çekya, Romanya û Tirkiye jî dê beşdar bibin.
Tê çaverêkirin ku Starmer di vê civînê de, pêşniyar bike ku ew bibin pira pêwendiyê di navbera welatên Ewropa û Amerîkayê de da ku bikaribin bi hev re siyaseteke wan a yekgirtî derbarê şerê Ukraynayê û çawaniya sekinandina wî şerî de hebe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse