Zelenskyy: Diyaloga Amerîka û Rûsyayê ya bêyî me gelekî metirsîdar e

02-02-2025
Nîşan Volodymyr Zelenskyy Şerê Rûsya û Ukraynayê Agirbest Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy got, “Guftûgoyên Amerîka û Rûsyayê yên bêyî Ukraynayê gelekî metirsîdar in.”

Volodymyr Zelenskyy di hevpeyvîneke taybet de ji Associated Pressê (AP) re got ku derxistina welatê wî ji guftûgoyên Amerîka û Rûsyayê yên li ser şerê Ukraynayê "gelekî metirsîdar" e.

Zelenskyy xwest ku danûstandinên di navbera Kyiv û Washingtonê de zêdetir bibin da ku plana agirbestê were amadekirin.

Zelenskyy diyar kir ku Rûsya naxwaze tevlî guftûgoyên agirbestê bibe yan jî li ser ti tavîzan gotûbêj bike çimkî ku Kremlin vê yekê wek têkçûnê dibîne.

Serokê Ukraynayê got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dikare Vladimir Putin bîne ser maseyê û vê jî bi gefa dorpêçên li ser sîstema enerjî û bankan û berdewamiya piştgiriya leşkerî ya ji bo Ukraynayê bike.

Trump roja înê gotibû ku rayedarên Amerîkî û Rûsî ji xwe li ser “bidawîkirina şer” diaxivin.

Donald Trump her wiha got ku birêveberiya wî guftûgoyên "gelekî cidî" bi Rûsyayê re kirine lê hûrgilî nedan.

“Ji bo her kesî metirsîdar e”

Volodymyr Zelenskyy li ser van gotinên Trump biland:

"Dibe ku têkiliyên wan ên taybet hebin lê axaftina li ser Ukraynayê ya bêyî me ji bo her kesî metirsîdar e.”

Zelenskyy diyar kir ku tîma wî bi birêveberiya Trump re di têkiliyê de ye lê ev danûstandin di "asta giştî" de ne û ew bawer dike ku dê di demeke nêzîk de civînên rû bi rû çêbibin da ku lihevkirinên berfirehtir werin amadekirin.

Şerê li Ukraynayê nêzîkî 3 salan e berdewam dike û niha di duriyanekê de ye.

Trump soz da ku di nav 6 mehan de dê şer biqede lê her du alî ji hev dûr in û ne zelal e bê ma dê lihevkirina agirbestê çawa pêk were.

Di heman demê de, Rûsya hêdî hêdî lê bi berdewamî li ser eniyê bi pêş dikeve û hêzên Ukraynayê rastî kêmasiyeke mezin a leşkeran tên.

Piraniya Ukraynayiyan dixwazin şer were rawestandin da ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin.

Welat rastî êrişên rojane yên Rûsyayê tê û êrişên li ser sîstemên elektrîkê bajar di tariyê de hiştine.

Bi milyonan Ukraynayî koçber bûne û nikarin vegerin malên xwe ji ber ku beşeke mezin ji rojhilatê welêt bûye kavil.

Nêzîkî ji pêncan yekê axa Ukraynayê di bin kontrola Rûsyayê de ye.

Bi vegera Trump a Qesra Spî re têkiliyên Ukraynayê yên bi Amerîkayê re jî di qonaxeke hestiyar de ne.

“Ez dixwazim bibînim ku Amerîka, Ukrayna û Rûs li ser maseyê ne”

Zelenskyy got li ser civîna bi Trump re got, "Ez bawer dikim ku, pêşî divê em bi wî re bicivin, ev girîng e.

Ev bi rastî jî tiştek e ku hemû Ewropa dixwaze.

Divê piştî axaftina bi Trump re em derbasî formeke axaftinê ya bi Rûsan re bibin.

Ez dixwazim bibînim ku Amerîka, Ukrayna û Rûs li ser maseyê ne û bi rastî jî divê dengê Yekîtiya Ewropayê jî li wir hebe.

Ez bawer dikim ku dê ev adilane û bibandor be lê dê çawa pêk were? Ez nizanim."

Zelenskyy got ku bêyî garantiyên ewlehiyê ji aliyê yên hevalbendên Ukraynayê ve her lihevkirineke bi Rûsyayê re dê tenê bibe destpêka êrişeke nû ya paşerojê.

Endametiya NATOyê ku xwesteka herî girîng a Kyivê ye û Moskowê bi temamî red kiriye hîn jî tercîha sereke ya Zelenskyy ye.

Zelenskyy amaje pê kir ku endametiya NATOyê ji bo hevalbendên Ukraynayê vebijêrka "herî erzan" e û dê Trump jî ji aliyê jeopolîtîk ve bi hêz bike û got:

"Ez bi rastî bawer dikim ku ev garantiyên ewlehiyê yên herî erzan in ku Ukrayna dikare bi dest bixe û ji bo her kesî herî erzan e.

Ne Rûsya ye ya ku biryarê dide kî dikare bibe endamê NATOyê û kî nikare, biryarder Amerîka ye.”

Zelenskyy her wiha got, artêşa Ukraynayê ya ku 800 hezar leşkerê wê hene dê ji bo hevpeymanan bibe destkefteke mezin, bi taybetî jî eger Trump bixwaze leşkerên Amerîkayê yên li derveyî welêt vegerin malê.

Zelenskyy her wiha behsa pêşniyara Fransayê kir ku dixwaze hêzên Ewropayê li Ukraynayê bi cih bike da ku rê li ber êrişên Rûsyayê bigire.

Lê wî gumanên xwe anîn zimên û got ku gelek pirs li ser pergala fermandarî û kontrolê û hejmara leşkeran û cihên wan hene.

Wî got ku ev mijar ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Trump ve hatiye kemilandin û berdewam kir:

"Min li hizûra her du serokan got ku em bi beşeke garantiya ewlehiyê re eleqedar in lê ne tenê garantiya ewlehiyê, ev ne bes e.

“Bifikirin ku kontenjantek heye. Pirs ev e: Kî berpirsyar e? Kî sereke ye? Eger êrişên Rûsyayê çêbibin dê çi bikin?

Mûşek, daketina leşkeran, êrişa ji deryayê, derbasbûna sînorê erdê, êriş. Dê çi bikin? Erkên wan çi ne?"

Dema jê hat pirsîn bê ma wî ev pirs rasterast ji Macron pirsîne, wî bi kenekî got, "Em hîn di nav vê diyalogê de ne."

"Divê Rubio pêşî were Ukraynayê”

Li ser daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ya ku şer Ukrayna 100 sal bi paş ve biriye, Zelenskyy bang li Rubio kir ku here Ukraynayê û biland:

"Divê Rubio pêşî were Ukraynayê da bibîne bê Rûsyayê çi kiriye lê her wiha jî bibîne ka gelê Ukraynayê çi kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst