Li Amerîkayê piştî 68 salan yekem car jinek tê îdamkirin

02-01-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê jinek bi navê Lisa Montgomery dê di 12 Çile ya 2021î de bi derzîya jehrî bê înfaz kirin. Bi vê yekê li Amerîkayê piştî 68 salan jinek tê înfazkirin.

Lisa Montgomery di sala 2004an de li Wîlayeta Missourî ya Amerîkayê jineke ducanî ya bi navê Bobbie Jo Stinnet (23 salî) xeniqandibû û piştre zikê wê qelaştibû û pitika wê revandibû.

Li ser vê bûyerê Lisa Montgomery cezayê bi derziya zehrî were înfazkirin wergirtibû. Di meha Kanûna 2020an de cezayê wê hatibû paşxistin.

Dadgeha Federal da zanîn ku Lisa Montgomery dê di 12ê Çileeya 2021an li Terre Haute ya Indianayê bê îdamkirin.

Eger ev ceza bê cîbicîkrin ji 1953an vir de dibe yekem jin ku tê înfazkirin.

Li Amerîkayê jina bi navê Bonnie Heady zarokek 6 salî yê bi navê Bobby Greenlease  direvîne 60 hezar dolar berdêl dixwaze paşê wî zarokî dikuje. Bonny Heady di sala 1953 di odeya gazê de hatibû înfazkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst