Siyasetmedarên Alman ji bo Demîrtaş nameyek ji balyozê Tirkiyeyê re şand

01-06-2024
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Bêrîvan Aymaz Anton Hofreiter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarên Almanyayê Bêrîvan Aymaz û Anton Hofreiter nameyek ji balyozê Berlînê yê Tirkiyeyê re şand û wan xwest ku Selahattîn Demîrtaş bê berdan.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, Serokwekîla Parlamentoya Eyaleta Nord Rhein Westfalenê Bêrîvan Aymaz ku bi eslê xwe Kurda Bakurê Kurdistanê ye û ji Partiya Keskan e û Serokê Komîsyona Mijarên Yekîtiya Ewropayê yê Parlamentoya Federal a Almanyayê Anton Hofreiter li ser rewşa Hevserokê Berê yê HDPyê Selehattîn Demîrtaş nameyek ji Balyozê Tirkiyeyê yê Berlînê Ahmet Başar Şen re şandiye.

Selahattîn Demîrtaş 7 sal û nîv in li girtîgeha Edîrneyê girtî ye û di çarçoveya Doza Kobaniyê de 42 salan cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Her du siyasetmedarên Almanyayê ji Balyozê Tirkiyeyê xwest ku Tirkiye demildest Demîrtaş berde.

“Mafên wî yên azadiyê hatine xespkirin”

Di nameyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku Selahattîn Demîrtaş bi awayekî nehiqûqî hatiye girtin û wiha hat gotin:

"Mafên wî yên azadiyê hatine xespkirin û bi vî awayî çalakiyên wî yên siyasî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî sîstematîk tên astengkirin."

“Hemû endamên Konseya Ewropayê neçar in pêbendî biryarên konseyê bibin”

Aymaz û Hofreiter di nameya xwe de bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 2018an ji Tirkiyeyê daxwaz kiriye Demîrtaş berde û bi salan e vê daxwaza xwe dubare dike û wiha pê de çûn:

"Hemû endamên Konseya Ewropayê neçar in pêbendî biryarên konseyê bibin. Ev berpirsyariyeke hiqûqî ye.

Tirkiye jî ji sala 1949an ve endamê konseya Ewropayê ye û xwe bi bicihanîna Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û prensîbên hiqûqa navneteweyî berpirs kiriye.

Li gorî vê yekê divê birêz Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî bên berdan."

Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve di çarçovaya Doza Kobaniyê de li girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Doza 108 siyasetmedarên Kurd a ku bi navê “Doza Kobaniyê” dihat zanîn bi cezayên giran bi dawî hat.

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê 16ê Gulanê di rûniştina 83yan a dozê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan, Fîgen Yuksekdag bi 33 sal 3 mehan, Amet Turk bi 10 salan û bi dehan siyasetmedarên din jî bi dehan salan ceza kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst