Amerîkayê careke din piştgirî da rêkeftina Hewlêr-Bexdayê ya hinardekirina petrolê

01-05-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Herêma Kurdistanê Petrola Kurdistanê Hewlêr Bexda Vedant Patel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîkayê tekezî li ser helwesta xwe ya derbarê rêkeftina Hewlêr-Bexdayê ya ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê dike û dibêje, “ew berhema xebata girîng û bêwestan a serkirdeyên Iraqê ye.”

Piştî biryara Ddageha Navdewletî ya Tehkîmê ya Parîsê, di 25ê Adara 2023an de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê hat rawestandin. Lê di 4ê Nîsanê de bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Hewlêr û Bexdayê rêkeftinek ji bo dubare hinardekirina petrola Kurdistanê îmze kirin.

Derbarê wê rêkeftinê de, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Vedant Patel îro Duşemê 1ê Gulanê bersiva pirseke Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Waşingtonê Diyar Kurde da û ragihand: “Em pêşwaziyê li rêkeftina navbera hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq – Tirkiyê de dikin.”

Vedant Patel herwiha got: “Ew berhema xebata girîng û bêwestan a serkirdeyên Iraqê ye ku pêwîstiyên hemwelatiyên Iraqê di ser her tiştî re datînin.”

Ew yek di demekê de ye, tevî ku rêkeftin di navbera Hewlêr-Bexdayê de hatiye îmzekirin, lê heta niha hinardekirina 400 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê û 75 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê dest pê nekiriye û ew yek bûye sedema kompanyayên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin.

Li gor zanyariyan, pênc kompanyayên sereke yên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin, wek nerazîbûn nameyek ji Wezareta Derve ya Amerîkayê re şandine û daxwaz kirine, ji bo çareserkirina nakokiyên Hewlêr û Bexdayê û dubare destpêkirina petrolê bikeve nav hewldanan.

Li ser serdana Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk bo Iraqê jî, Diyar Kurde ji Vedant Patel pirsî, “gelo Alîkara Wezîrê Derve derbarê rawestandina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanî gotûbêjan dike?” Patel got, ti hûrgilî li ser wê yekê li cem wî tune ne.

Ew yek di demekê de ye ku ofîsa Serokwezîrê Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Lîf gihîştiye Bexdayê û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiyaye û “bihêzkirina peywendiyên Bexda û Waşingtonê gotûbêj kirine.”

Di bersiva wêya de ku “gelo Amerîka ji bo destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re axiviye yan na”, Patel ji Rûdawê re ragihand: “Di gelek mijaran de em bi hevalbendê xwe yê nêz Tirkiye re di nava têkiliyê de ne. Ez ê neçim nav hûrguliyan, lê em bi wan re bi berdewamî di têkiliyê de ne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst