Dusseldorf (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Francis bang li bawermendên Xiristiyan kir ku di dema rojîgirtinê de jiyana xwe bi jiyana penaber û koçberan re bidin ber hev.
Li cem Xiristiyan jî di çarşema pêşiya me de heta nîveka meha Nîsanê meha rojîgirtinê ye.
Papayê Vatîkanê Papa Francis berî ku nexweş bikeve peyamek ji bo bawermendên Xiristiyan amade kiriye.
Peyam vê hefteyê ji aliyê Vatîkanê ve hatiye belavkirin û tê de Papa bang li Xiristiyan dike ku di dema rojîgirtinê de koçberan ji bîr nekin.
Papayê Vatîkanê dibêje bi wî awayî bihizirin ku hûn li ser rê ne ber bi ziyareteke pîroz û ber bi hêviyê ve.
Ew dibêje bi xwexistina şûna koçberan de zêdetir hest bi hevderdiyê dikin û ji we re derdikeve ka Xwedê çi ji me dixwaze.
Papa Francis bi wê yekê navdar e ku her dem Xiristiyan han dide ku piştgiriya koçberan bikin û hikûmetên Ewropa û welatên din ên rojavayî jî han dide ku li gel koçberan bi rehm bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse