Yekîtiya Ewropayê hêzên xwe yên li sînorê Tirkiyeyê zêde dike

01-03-2024
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Frontex Sînor Ewlehî Tirkiye Bulgaristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Ewlehiyê ya Sînorî ya Yekîtiya Ewropayê (Frontex) biryar da ku hejmara endamên xwe yên li sînorê Tirkiye û Bulgaristanê 3 qatan zêde bike.

Frontexa ku ji ewlehiya sînorê Yekîtiya Ewropayê berpirs e ragihand ku dê hejmara endamên xwe yên li sînorê Tirkiye û Bulgaristanê zêde bike.

Frontexê da zanîn ku ev dê vê yekê ji bo rêgirtina li ber koçberiya qaçax ya ji Tirkiyeyê bike.

Li gorî daxuyaniya Frontexê, hejmara endamên ewlehiyê yên li  sînorê Tirkiye û Bulgaristanê dê 3 qatan bê zêdekirin.

Hat ragihandin, ev biryar ji ber ku Bulgaristan bi qismî beşdarî herêma Schengenê ya Yekîtiya Ewropayê bûye hatiye wergirtin.

Li hêla din, Serokê Frontexê Hans Leijtens 29ê Sibata 2024an çûbû ser sînorê Tirkiye û Bulgaristanê.

Hans Leijtens li wê derê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku dê hejmara endamên ewlehiyê yên li ser wî sînorî bikin 600.

Li gorî amarên Frontexê, hejmara kesên ku bi qaçaxî derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bûna bi ser 380 hezarî ketiye.

Divê were gotin ku ev hejmar piştî sala 2016an hejmara herî zêde ye.

Ji 31ê Adara 2024an û pê ve di navbera Bulgaristan û welatên Schengenê de di çûnûhatina asmanî û deryayê de kontrolên pasaportê tên rakirin lê di çûnûhatina bejayî de dê kontrol berdewam bikin.

Dirêjahiya sînorê bejahiyê yê di navbera Bulgaristan û Tirkiyeyê de 259 kîlometre ye.

Ev sînor ji sala 2017an û pê ve bi têlan hatiye pêçan û bi kamerayên termal ên çavdêriyê tê parastin.

Kesên ku ji Tirkiyeyê bi qaçaxî vî sînorî derbas dikin li Bulgaristanê namînin, Sirbistanê derbas dikin û diçin welatên Ewropayê da ku mafê penaberiyê wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst