Di navbera Mexrîb û Îspanyayê de 13 koçber xeniqîn

01-01-2023
RÛDAW
Nîşan Mexrîb Îspanya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Belemeke ku 45 koçberên ji Mexrîbê tê de bûn, dema ku dixwest derbasî Îspanyayê bibin di Deryaya Spî de, binav bû û di encamê de 13 koçberan canê xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya AFP, belema ku 45 koçber tê de bûn, dema dixwest ji bakurê Mexrîbê di Deryaya Spî re xwe bigihîne girava La Palma ya Spanyayê niqûm bû.

Hat ragihandin ku 10 xulekan piştî ku ji peravên Mirleft a li bakurê Mexrîbê bi rê ketibû belem li kevirekî qelibî û binav bû.

Medyaya Fasê jî ragihand ku 24 kes hatin rizgarkirin, 8 kes winda ne û yek ji miriyan jî jin e.

Her wiha hat ragihandin ku lêçûna derbasbûna bi beleman ji Mexrîbê bo Îspanyayê di navbera hezar û 900 û 2 hezar û 400 dolarî de diguhere.

Rêxistina sîvîl a Îspanyayê Caminando Fronteras, di rapora xwe ya ku di Berfanbara 2022an de weşandibû de diyar kiribû ku herî kêm 11 hezar û 200 koçber dema dixwestin xwe bigihînin Spanyayê canê xwe ji dest dane an jî winda bûne.

Caminando Fronteras diyar kir ku tenê di navbera Mexrîb û Giravên Kanaryayê de 7 hezar û 692 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gorî amarên Wezareta Navxwe ya Îspanyayê di sala 2022an de herî kêm 27 hezar û 789 koçber bi rêyên neqanûnî derbasî Spanyayê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst