Serokê FIFAyê bi rêya Rûdawê bangî futbolîstên Kurd kir

23-09-2023
Diyar Kurde
Serokê Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) Gianni Infantino
Serokê Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) Gianni Infantino
Nîşan FIFA Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê FIFAyê bi rêya Rûdawê ji lîstikvanên Kurd re peyamek şand û got, “Futbolê bilîzin û kêfê jê wergirin.”

Serokê Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) Gianni Infantino yê ku ji bo civîna 78emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ye, bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da.

Serokê Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) Gianni Infantino di bersiva “Peyama te ya ji bo lîstikvanên Kurd çi ye?” de got:

“Ez vê yekê ji hemûyan re dibêjim, futbolê bilîzin û kêfê jê wergirin. Kêfxweş bin.”

“Futbol me tîne cem hev”

Infantino li ser pirsa “Amadekariyên Kûpaya Cîhanê ya 2026an a ku dê li Amerîkaya Başûr bê lidarxistin di kîjan qonaxê de ye?” anî ziman:

“Dê di sala 2026an de li Meksîka, Kanada û Amerîkayê Kûpayeke Cîhanê ya girîng hebe.

Me 16 bajar û 16 stadyum diyar kirin ku 11 li Amerîkayê, 3 li Meksîkayê û 2 jî li Kanadayê ne.

Em hewl didin ku ev Kûpaya Cîhanê ya herî mezin be.

48 tîm dê beşdar bibin, hemû cîhan dê li wir be, em jê ji ber wê li vir in.

Em li benda hemû cîhanê ne. Futbol me tîne cem hev.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst