Ji bo pêşbirka Tirkiye û Scotlandê li stadyûma Amedê karker bê navber dixebitin

09-11-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Tirkiye Scotland
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li stadyûma Amedê karker bê navber dixebitin. Hemû amadekarî ji bo 16'ê mijdarê ne. Ji ber ku pêşbirka tîma neteweyî ya Tirkiye û Scotlandê dê li Amedê bê kirin.

Rêveberên AK Partiyê yên Amedê ji bo ku ev pêşbirka taybet li Amedê bê lîstin gelek lobî kirin û di encamê de jî bi ser ketin. Ew dibêjin bi xêra pêşbirka tîmên neteweyî yên Tirkiye û Scotlandê dê nav û dengê Amedê li hemû cîhanê belav bibe.

Serokê Şaxa AKPê ya Amedê M.Şerîf Aydin got “Ji bo Diyarbekirê dê tiştekî pir xweş be. Ez di wê baweriyê de me. Mêvanên me dê ji dora me jî werin. Ew ê ji Riha, Êlih, Xarpêt û Çewligê werin. Ew ê rojeke pir xweş çêbe, ew ê şeveke pir xweş çêbe.

Nivîskar û şîrovekarên sporê jî ketine nava kelecaneke mezin. Li gorî wan Amed dê şeveke gelek bi coş û peroş derbas bike.

Şîrovekarê sporê Safet Azbay dibêje “Baweriya min zêde heye dê baş derbas bibe. Piştî vê dê sazûmaniya mezin jî bê lîstin. Pêşbirkên Ewropayê û yên neteweyî jî dê bêne lîstin. Daxwaza me ya mezin ew e ku tîmeke Diyarbekirê derkeve super lîgê û di vê stadê de têbikoşe.”

Ev deh roj in ku xebatên sererastkirina stadyûma Amedê ji bo pêşbirka tîmên herdu welatan li gorî standardên FIFA'yê berdewam dikin. Hemû xebat ji bo konforeke baş a alîgirên futbolê ye.

Li gorî otêlvanan rêjeya rezervasyonan ji bo şeva pêşbirka Tirkiye û Îskoçyayê gihiştiye ji sedî 60'î.

Otêlvan Evdilhekîm Aytek anî ziman “Li Amedê dora 62 otêl hene. Dora 6 hezar textê razanê hene. Niha ev ji sedî 60 tijî bûne.

Tê payîn ku di pêşbirkê de hin wezîrên Tirkiyeyê jî amade bin. Lê çend wezîr û kîjan wezîr dê tevli bibin hêj zelal nebûye.”

Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Tirkiyeyê di çarçoveya amadekariyên Şampiyoniya Ewropayê ya 2024an (EURO 2024) de dê li Ameda Bakurê Kurdistanê bi Scotlandê rê were hemberî hev. Amed dê cara yekem mazûvaniya pêşbirkeke di asta tîma netewî de bike.

Pêşbirka ku dê di 16ê Mijdarê de bê lîstin dê stadyuma Amedê mazûvaniya xwe bike û dê pêşbirt di demjimêr 20:00an de dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst