Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke nû, cûtina tiştên hişk ên wekî darikan dibe sedema bilindkirina asta antîoksîdanên mêjî ku ev jî hiş xurt dike.
Ji demên berê ve hatibû piştrastkirin ku cûtin bandoreke rasterast li başkirina hiş û ramanê dike.
Wekî cûtina benîşt lê ev yek ji bo cûtina tiştên hişk jî hatiye piştrastkirin.
Pisporên Zanîngeha Neteweyî ya Kyungpookê ya Koreya Başûr eşkere dikin ku cûtina tiştên hişk xebata mêjî çalaktir dike.
Di lêkolînê de amaje bi cûtina daran hatiye kirin û li ser çend kesên 5 xulekan dar gez kirine hat tespîtkirin ku madeya antîoksîdanê di nav mejiyê wan de zêde dibe ku ev jî dibe sedema başkirina fonksiyonên wê û hiş.
Çend rê ji bo başkirina fonksiyonên mêjî û hiş ev in:
- Xewa baş; rojane 7-8 saetan.
- Xurtkirina têkiliyên civakî; têkiliya bi mirov û ajelan re.
- Kêmkirin û kontrolkirina zexta derûnî; werzişên aram ên wekî girtina nefesê û bêhnvedana kûr, yoga û nimêj.
- Xwarina tendurist; girîngiya xwarinên proteînî, rûnên netêr û antîoksîdan.
- Girîngiya xwarinên ku bi omega 3 dewlemend in.
- Dûrketina ji cixare, nargîle û alkolê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse