Hewlêr (Rûdaw) - Li Brîtanyayê zarokek 2 caran ji dayîk bû û bala raya giştî ya cîhanê kişand ser xwe.
Navê zarok Rafferty Isaac e û 2 caran hate dinyayê; carekê ji bo xatirê dêya xwe û cara duyem ji bo xatirê xwe.
Piştî ku Lucya dêya wî, di hefteya 12an a ducaniyê de bi penceşêra hêkdanê ket, bijîşkên Nexweşxaneya John Radcliffeyê ya li Oxfordê, ji bo rizgarkirina jiyana her duyan, emeliyateke kêm tê dîtin kir.
Emeliyat 5 saetan ajot û malzaroka Lucyê di hefteya 20an a ducaniyê de hat derxistin ku karibin emeliyata rakirina penceşêra li ser hêkdana wê bikin.
Dr. Hooman Soleymani Majdê ku serpereştiya tîmeke 15 kesî kir û emeliyat pêk anî got:
“Di dema emeliyatê de, malzaroka bi qasî topekê hat xistin nav paçekî pak û germ ku wekî nava zikê dêya wî ye û bi rêya benê navikê yê malzaroka dêya wî ve girêdayî bû xwîn û oksîjen digihîşt zarok.”
Bijîşkan Rafferty piştî emeliyatê vegerand malzaroka dêya wê û meha Kanûna Paşînê bi silametî ji dayîk bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse