Hewlêr (Rûdaw) - Bijîşkê Kurd Prof. Huseyîn Bektaş li Almanyayê ji nav laşê nexweşeke jin nexweş girêkeke bi qasî 8,5 kîloyan bi serkeftî derxist.
Serkeftina Prof. Dr. Huseyîn Bektaş di medyaya Almanî de cihekî berfireh girt.
Serbijîşkê Beşa Cerahiya Onkolojîk û Visseralê ya Klînîka Bremen-Mitte Huseyîn Bektaş û ekîba wî destpêka meha Nîsanê, ji nexweşeke jin a 65 salî girêkeke bi giraniya tam 8,5 kîloyan derxist.
Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Klînîkên Gesundheit Nordê, ev girêk, kezeb, mîde û sîstema rûviyên nexweşê heta bi dîwarê zikê ve dehf daye û heta ku di valahiyeke diyaframê re ber bi qefesa sîngê ve belav bûye.
Nexweş ji mirinê xelas bû
Nexweşa ku çend meh berê ji hebûna girêkê bê agah bû, ji ber rewşa tenduristiyê xwe ya xerab, nedikarî tiştekî bixwe û di nava sê mehan de bi qasî 22 kîloyan zeîf bû.
Bijîşk li hemberî wêneyên tomografiya komputerê ya girêka mezin şaş û mat man.
Di emeliyata yekem de beşeke mezin a girêkê hat derxistin.
Bijîşk di vê navberê de neçar man ku spilk û beşek ji mîde û boriyan jî jê bikin.
Neştergeriya duyem hat kirin
Ji bo mîde û boriya xwarinê neştergeriyeke duyem hatin kirin û parçeyên girêkê yên mayî jî hatin pakkirin.
Huseyîn Bektaş derbarê wê nexweşê de got:
“Şert û merc li ber çav bêne girtin rewşa wê pir baş e. Ew niha dikare bixwe, vexwe û vegere jiyaneke normal.”
Nexweşa ku niha ji metirsiya mirinê rizgar bûye, her tim rîsk heye dubare girêk pê re çêbibe.
Ya ku hîn surprîz ew bû ku Bektaş û ekîba wî tenê çend roj piştî emeliyata yekem, girêkeke din a mezin a 5,5 kîloyî jî derxistin.
Di wê emeliyatê de jî hemû beşên girêkê yên xuya bi serkeftî hatin derxistin.
Bijîşkê Kurd got, “Di demek ew qasî kurt de rûbirûbûna du girêkên ev qasî mezin ji bo me heta niha rewşeke nedîtî ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse