Îran û Amerîka ji name û namekariyê gihîştine tehdîdên eşkere yên şer. Dibe ku em bikarin bi hêsanî bibêjin ku di rastiyê de her du alî jî bi kêmanî vêga şer naxwazin lê divê em vê yekê jî bibêjin ku îhtimala şer jî ji her demê zêdetir e, çimkî ev mijar tenê li Tehranê yan jî Washingtonê yekalî nabe.
Lê paşeroja rikberiyên jeopolîtîk ên Çîn-Amerîka, Ewropa-Rûsya, ji bilî wê siyaseta Îsraîlê ya dijî Îranê jî di rêza wan sedeman de ne ku dibe ji bo têgihiştina îhtimala şer an jî diyalogê li ber çav bên girtin. Xaleke din jî ew e ku çi şer rû bide yan jî berevajî wê diyalog bê kirin, guherînek li ber deriyê Îranê ye ku bi hêdî dest pê kiriye.
Bêîstiqrariyên Îran û Amerîkayê
Sala 2024an ji bo Îranê saleke zehmet bû, heger niha jî êrîşek were ser, dê ev sal jî bi zehmetî û dijwariyeke zêdetir derbas bibe. Dibe ku fikarên pileya yekê yên niha yên Îranê ne tenê êrişeke girîmankî ya Amerîka-Îsraîlê li ser bernameyên wê yên atomî û mûşekî be lê zêdetir ew be ku ji ber êriş û dorpêçên aborî yên piştşikên, careke din nerazîbûnên navxweyî li wî welatî derkevin holê ku dibe ku çarenûsa Îranê ya siyasî yekalî bikin.
Ji bo Amerîkayê jî pirsa Îranê bûye girêkakor a siyasî û serbazî ku heger çareseriyekê jê re nebîne, dê di asteke berfirehtir a jeopolîtîk a dinyayê de serêşiyê jê re çêbike. Hevkariyên siyasî-serbazî yên Îranê li gel Rûsya û Çînê metirsiya wê yekê tê de ye ku ne tenê li Rojhilata Navîn lê li cihên din ên dinyayê jî keleman ji Amerîkayê re çêbike.
Ev ne tenê ji bo Amerîkayê lê ji bo Ewropayê jî pirseke girîng e wekî nimûneya dê bandora ku dronên Îranê di şerê Ukraynayê de pêk anî.
General John Daniel Caine ku ji aliyê Trump ve ji bo serokatiya erkanên artêşê hatibû berbijêrkirin, gotiye ku ew bi serok re hemfikir e ku divê Îran çekên atomî çêneke lê dibe ku çareseriya leşkerî bi tenê ji bo vê yekê ne bes be.
Ji xeynî wê, dibe ku ew jî rast be ku ji ber hebûna bernameyeke berfireh a dewlemendkirina uranyumê ku hemû ne li cihekî ye û beşek ji wan -wek Fordo û Netenz- ku bi kûrahiyên cuda di navbera 7-90 metreyî de di bin erdê de ne, herwiha ji ber bikaranîna gaza hegzoflûraîd li şûna sotemeniyên din ku karê dewlemendkirinê hêsantir dike, zehmet e ku tenê bi êrîşekê ew bername were rawestandin, her çend ku dikare wê dereng bixe.
Xaleke din jî ew e ku dibe ku Îran piştî êrişeke girîmankî çekên atomî çêbike, wekî ku niha beşek ji berpirsên siyasî û leşkerî yên wî welatî amaje pê dikin. Rast e ku rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî berê fetwayek dabû ku çekên atomî neyên çêkirin, lê di mezheba Şîeyan de fetwa dikare were guhertin û dibe ku ew jî wekî xwe nemîne.
Ji aliyekî din ve, di demekê de ku dinya hêdî hêdî ber bi şerekî ve diçe ku "kesek jî naxwaze", pêgeha Îranê ji bo hêzên mezin ên cîhanê girîngiyeke mezin peyda kiriye. Berdewamiya dorpêçên li ser Îranê di berjewendiya aboriya Çînê de ye ku ji sedî 15ê petrola xwe bi bihayekî erzantir ji wir dabîn dike.
Ev ji xeynî wê yekê ku pêwendiyên xurt ên Pekîn û Tehranê serweriya Çînê li yek ji xalên girîng ên veguhestina enerjiya cîhanê û zincîrên dabînkirinê zêdetir dike. Ji Greenlandê heta Tengava Hurmiz û Bab el-Mendebê, rola diyar û nediyar a Çînê di zincîrên dabînkirinê de, herwiha rêyên avî û bejayî yên cîhanê, metirsiyeke rasterast e ji bo hegemonyaya Amerîkayê.
Ji ber pêgeha xwe ya rêgezî û jeostratejîk, her wiha ji ber sedemên leşkerî, xasma ji ber şiyana çêkirina çekên erzan û xistina kar a komên wekîl li cihên cuda, girîngiya Îranê di her şerekî girîmankî de ji bo hêzên mezin ên cîhanê zêde ye.
Li vir sêgoşeya Çîn-Îran-Rûsya ji bo Amerîkayê gefeke rasterast e. Loma derxistina Îranê ji nav çembera Rûsya-Çînê yan jî bi kêmanî bêalîkirina wê, ji bo Washingtonê xwedî girîngiyeke jeopolîtîkî û jeoekonomî ya mezin e, çi bi şer be, çi bi danûstandinan be!
Bila ji bîra me neçe ku di her du şerên cîhanî yên yekem û duyem de, yek ji sedemên dagirkirina Îranê ew girîngiya wê ya ji aliyê cografî û stratejîk ve bû ku ji bo hêzên mezin hebû. Ev ji bilî wê yekê ku mijara Îranê ceribandineke girîng e ji bo gotara Amerîkayê ya "aştiya bi zorê".
Piştî ku Trump hat got ku ew dê şerên Xeze û Ukraynayê bi dawî bike lê ti yek ji wan bi dawî nebû û niha jî ku du meh mohlet daye Tehranê, eger nikaribe - ku dibe ku mehek jê çûbe - pirsa Îranê yekalî bike, wê demê gotara wî ya aştiya bi zorê, gelek wateyan li xwe digire.
Gelek welatên cîhanê helwesta xwe derbarê îhtimala derketina şerê Îran û Amerîkayê de nîşan daye û ev jî nîşanek e ji bo wê yekê ku dinya ji şerekî bi dev zêdetir lê dinêre. Rêberê Îranê Elî Xamineyî jî gotiye ku ez bawer nakim ku êrîş ji derve bê kirin, lê eger bê kirin jî em ê bi tundî bersivê bidin.
Ev gotin ji aliyê leşkerî ve tê wê wateyê ku Îranê amadekariyek ji bo îhtimala şer kiriye, çawa ku Amerîkayê jî bi şandina firoke û çekan ji bo baregehên leşkerî û welatên hevpeymanên xwe peyama amadebûnê dide.
Hevkûfî gotina berpirsên Îranê, aliyên Bereya Berxwedanê jî daxuyaniyên xwe yên dijî Amerîkayê zêde kirine û hin berpirsên Îraqê jî qala wê yekê kirine ku her cure şerekî girîmankî wan jî li xwe digire û navçeyê dişewitîne.
Di rastiyê de, raporên îstîxbaratî yên Amerîkayê jî dabaşa wê yekê dikin ku Îran hê jî şiyana wê heye ku bi çekên asayî û neasayî gefan li ser berjewendiyên Amerîkayê çêbike. Wergera vê gotinê jî ew e ku Îran dikare bi dron, moşek û dûvelankên xwe pirsgirêkan ji Amerîkayê re çêbike, herçend zehmet e di dawiyê de şer bi dest bixe.
Siya şer û rewşa navxweyî ya Îranê
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê gotiye ku dibe ku hewl were dayîn ku di nav welatê wî de "fitneyek" jê re were çêkirin ku di wê de jî xelk bi xwe bersiva wan dide. Ev jî amajeyek e ji bo egera derketina xwepêşandan û nerazîbûnên navxweyî ku dikare ji bo Tehranê çarenûssaz be.
Di xwepêşandanên rabirdûyê de, Îran di asta navçeyî de di lûtkeyê de bû, herwiha gelek dewletên dinyayê wê çaxê nedixwest destwerdanê tê de bikin. Wisa diyar e ku berpirsên Îranê her ji niha ve ji vê babetê nîgeran in, çunkî bi egera zêde piştî rûdanên 7ê Çiriya Pêşîan 2023yan hejmara wan welatên ku êdî hegemoniya Îranê li Rojhilata Navîn naxwazin zêde bûye.
Galegalên egera şer hewldaneke nexweş e ji bo aboriya Îranê ku nirxê diravê wê roj bi roj bêhtir dadikeve. Wisa tê texmînkirin ku di 2024an de, rêjeya geşbûna aboriya Îranê ji %5ê sala pêş xwe ji bo ji sedî 3.7 dakeve. Enflasyon di ser ji sedî 40ê re ye ku hêza kirîna xelkê kêm bûye û rêjeya bêkariyê jî hêj di derdora ji sedî 8ê de ye.
Eger hejmara daniştvanên Îranê ji 90 milyonî zêdetir be, bi wateyekê 7 milyon û 250 hezar bêkar hene. Niha yek ji mezintirîn kelemên Îranê zêdebûna pêdiviya enerjiyê ye ji bo bikaranîna navxweyî ku ji sedî 6 zêde bûye.
Wekî nimûne yek ji bijardeyên hikûmetê ew e ku benzînê giran bike, lê dixuye vêga dest ragire çunkî, ev dikare rê ji bo giraniyeke zêdetir û nerazîbûna navxweyî xweş bike. Wekî çawa dibe ku bi heman sedemê bicihanîna yasaya hicabê jî ragirtibe ku parêzgar daxwaza bicihanîna wê dikin.
Berdewamiya dorpêçên Amerîkayê û fişarên wê ji bo kêmkirina firotina neftê bi kompaniyên çînî, dikare qeyrana aborî ya Îranê kûrtir bike lê ev ne tekane kelema hikûmetê ye û li kêleka wê jî, rageşiyeke din di navbera hikûmetê û baskê ultra muhafezekar ê sîstema siyasî de li holê ye ku dikare arîşeyan jê re çêbike eger berdewam be.
Muhafezekarên tundrew ku piraniya parlamentoyê di destê wan de ye, baweriya xwe ji wezîrê aborî û darayî di kabîneya de Ebdulnasir Hîmmetî wergirt û Alîkarê Pizişkiyan Mihemed Cewad Zerîf jî bi gotina xwe bi raspardeya serokê desthilata dadê dest ji karkişand.
Di rastiyê de, dest ji karkişandina Zerîf ne ji bo redkirina danûstandinên ligel Amerîkayê bû wekî ku hinek şirove dikin, çunkî kesekî wek Ebas Êraqçî wezîrê derve ye ku berê wî bi xwe danûstandin kiriye.
Loma ev babet ji pirseke wekî siyaseta derve zêdetir dişibe rikeberiya navxweyî ya desthilata siyasî. Dibe ku ji ber rewşa aborî û civakî, cemserbendiyên siyaseta navxweyî, şer ji bo berpirsên Îranê xirabtirîn bijarde be, çunkî dikare rê li ber guhertineke siyasî ya navxweyî ya mezintir veke wek çawa şerê yekem ê Kendavê, rê ji bo guherîna gav bi gav a Îraqê xweş kir.
Çi li pêş e?
Eger êrişî Îranê were kirin, bi îhtimaleke mezin Îran jî dê bide ser rêyeke bi vî rengî û ji bilî bikaranîna wan mûşek û dronên ku di van demên dawiyê de pêşan dan, dê gurûpên çekdar ên alîgirên xwe jî wekî yên Îraqê han bide ku bikevin tevgerê.
Piştî rûxandina Esed û êrişa berfireh a Amerîkayê li ser Husiyan, gurûpên çekdar ên Îraqê tevgereke wisa berbiçav nekirin û ev jî beşek jê ji ber guşarên siyasî yên Îraqê bû lê beşekî din jî ji ber wê yekê bû ku Îranê nedixwest ew yek rû bide.
Ji ber ku di nava dorpêçên Amerîkayê de, Îraq wekî deriyê dawî bû ku dikarîbû alîkariya Tehranê bike lê niha dibe ku kêmtir wî hesabî bike, çimkî siyaseta zexta zêde ya Amerîkayê gihîştiye Îraqê jî û êdî Bexda nikare gaz û elektrîka Îranê bikire û tewra hin berpirsên wê jî rexne li Îranê girtine ku bi navê Îraqê petrola xwe firotiye.
Loma eger şer rû bide bi îhtimaleke zêde, dê vê carê gurûpên piştevanên Tehranê li Îraqê bikevin tevgerê, çimkî êrişeke bi vî rengî dikare pirsa man û nemana rejîma siyasî li Tehranê jî bixe rojevê ku dibe xeta sor be ji bo wan.
Helbet ligel daxuyaniyên tund ên aliyan, hewlên danûstandinan jî hene, eger nerasterast jî be lê eger danûstandin jî bêne kirin, ew ser nagire eger guherînek di siyaseta derve ya Îranê de rû nede. Çimkî xuya ye ji bo Amerîkayê mijara girîng ne tenê programa atomî ya Îranê be lê di asteke berfireh a jeopolîtîk de, hegemoniya navçeyî ya Îranê û rola wê di sêgoşeya Çîn- Rûsya û Îranê de mijara herî mezin be.
Amerîkaya Trump Rojhilateke Navîn dixwaze ku Îsraîl di endazyariya wê ya ewlehiyê de serdest be, rola siyasî ya Erebistana Siûdiyê zêdetir be û Tirkiye jî wekî akterekî li hemberî Îranê qît bibe û rabe ser piyan.
Her ji bingehê de jî sedema vekişîna Trump ji rêkeftina atomî ya 5+1 jî ne tenê ji ber pirsên atomî bû. Ji ber wê, nirxandina egera şer an diyalogê li gorî rewşa guhêrbar a jeopolîtîk a dinyayê û Rojhilata Navîn rasttir e ji wê yekê ku tenê bi mijara programa atomî ve sînordar bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse