Ev demek e siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê di nav krîzeke hevrikiya dijwar de ye û bi awayekî ku bandoreke neyînî li ser aborî û pêvajoya siyasî ya wî welatî dike. Piştî belavkirina peyama Abdullah Ocalan ji Îmraliyê di dawiya Sibatê de, hêviya ber bi baştirçûnê ve di pêvajoya siyasî ya Tirkiyeyê de hat dîtin lê zêde dirêj nekir.
Ji 19ê Adarê ve, digel destpêkirina zextên Tirkiyeyê li ser eniya mixalefetê û bi taybetî Partiya Gel a Komarî (CHP), pêvajoya siyasî ya Tirkiyeyê ketiye nav xelekeke xitimî. Qonaxa niha ya Tirkiyeyê hewcedarî deriyekî ye, da ku rewşa siyasî ya navxweyî ya Tirkiyeyê di wê kolana teng û girtî de nezîvire û pêvajoya aştiyê ya ku di nav berjewendiyên siyasî yên wî welatî de herî li pêş e, êdî ji wiha zêdetir dereng nemîne.
Sistiya di pêvajoya aştiyê de "Tirkiyeyeke bê teror"
Ji dema ku kampanyaya eniya desthilatê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li dijî Partiya Gel a Komarî (CHP) tundtir bûye, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê tê ku ji rojeva wî welatî derkeve. Di demekê de ku pêvajoyê bi germî dest pê kir û plan û bendewariyên Tirkiyeyê wiha bûn ku heta meha Hezîranê rêya aştiyê herî zêde bê birîn û gav bigihêjin qonaxa dawî lê rojeva siyasî zêdetir bi nakokiyên CHP û Erdogan daketiye.
Ji aliyekî din ve ku Tirkiyeyê wisa daniye ku vêga di pêvajoya aştiyê de gog li meydana Qendîlê ye, Qendîlê ji bilî ragihandina agirbesta yekalî, ti gaveke pratîk a dîtir neavêtiye. Ew krîza siyasî ya niha ya Tirkiyeyê di rastiyê de derfeteke baş e ji bo Qendîlê ku demeke zêdetir bi dest bixe ji bo rakirina wê nakokiya ku li Qendîlê heye û demeke wê ya zêdetir ji bo biryardana li ser kongreyê hebe, lê heta çend rojên borî jî daxuyaniyên Qendîlê ji hebûna dilfikarî û dudiliya ji pêvajoyê wêdetir, ne tiştekî din in.
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mistefa Qeresû 4ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ji bo yek ji kanalên PKKê dibêje, "Gumana me li ser niyeta dewleta Tirkiyê hebû lê vê neavêtina gavan a niha gumanên me hê zêdetir kirine.
Eger Tirkiye ti gavan neavêje, eger sozên ku dane me neyên bicihanîn, em jî nikarin bi vî awayî li bendê bimînin."
Heta niha nayê zanîn ka dê Tirkiye rê bide Ocalan ku ji dûr ve beşdarî kongreya PKKê ya xwefesixandinê bibe yan na, lê bi îhtimaleke mezin dê rê bide wî. Beşdarbûna Ocalan aliyên nerazî yên di nav PKKê de bêdeng dike, ji ber ku heta vêga baskê ser bi Îranê û koma Dêrsimê di nava refên PKKê de bi temamî ji biryara xwefesixandina PKKê ne razî ne.
Mihemed Ocalanê birayê Abdullah Ocalan ku di cejnê de serdana Îmraliyê kir, diyar kir ku Ocalan ji vê pêvajoyê bi hêvî ye û li ser pêşveçûna di pêvajoyê de rijd e û rê nade ku dubendî di nava PKKê de di vê pêvajoyê de çêbibe.
Piştî wê peyama Ocalan, Qendîl bêdeng bûye û ti daxuyaniyeke wê nîne. Ji aliyekî din ve nexweşketina Devlet Bahçelî (Serokê Partiya Tevgera Neteweyî – MHP) û qutbûna wî ya ji bo dema zêdetir ji du meh û nîvan ji qada siyasî, ev pêvajo sartir kir, ji ber ku Bahçelî wekî destpêşxerê vê pêvajoyê tê naskirin.
Niha çav li ser serdana şandeya DEM Partî-Îmralî ji bo Koşka Serokkomariyê û civîna wan li gel Erdogan in.
Tê çaverêkirin ku piştî wê rûniştinê, pêvajoya aştiyê careke din bibe rojeva germ a Tirkiyê û gavên din bi dû wê ve bên lê gav divê ji Qendîlê bên ne ji Tirkiyeyê. Rûniştin zextên li ser Qendîlê ji bo lidarxistina kongreya xwefesixandinê zêdetir dikin.
Piştî pêvajoya aştiyê, Tirkiye ber bi hilbijartineke pêşwext ve diçe
Hilbijartina pêşwext di rewşên jêrîn de pêk tê: Ya yekem, eger serokkomar daxwaz bike. Ya duyem, eger piraniya dengan di Parlementoya Tirkiyê de erê bike. Piraniya dengan tê wateya hebûna 360 dengan û zêdetir (ji 600 dengan). Ji xwe ji bo Erdogan sûda wê heye ku Tirkiye here hilbijartineke pêşwext, ji ber ku hilbijartina pêşwext ango berî bidawîbûna gera duyem a serokatiya komarê ji aliyê Erdogan ve.
Ev yek derfetê dide Erdogan ku xwe careke din ji bo wê postê berbijêr bike. Eniya opozisyonê zexteke wisa çêkiriye ku dema herî nêz meha Hezîranê be, dema herî dûr jî meha Sermaweza îsal be, Tirkiye here hilbijartineke pêşwext. Tevî ku opozisyon daxwaza hilbijartina pêşwext dike jî, di nav opozisyonê bi xwe de ev pirs heye, gelo Erdogan çima daxwaza hilbijartineke pêşwext bike, dema ku dizane ew dê winda bike?
Ji ber ku kampanyaya dawî ya Erdogan li ser CHPyê di 19ê Adarê de û girtina Ekrem Îmamoglu (serokê şaredariya bajarê mezin a Stenbolê, berbijêrê CHPyê ji bo hilbijartina serokatiya komarê ya dahatûyê) destê eniya opozisyonê û partiyên piştgir ji opozisyonê re xurtir kiriye.
Tewra di nav Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) de jî ewqas piştgirî li wê gava serokatiya komarê nehat kirin. Loma wisa tê texmînkirin ku dengên CHPyê zêdetir bûne û dibe ku di hilbijartineke pêşwext de jî zora Erdogan bibe, lêbelê çend faktorên girîng hene ku dibe ku Tirkiyeyê bibin ber deriyê hilbijartina pêşwext. Eger niyeta hilbijartineke pêşwext hebe, ev yek bi rêya parlamentoyê nabe, lê Erdogan wê destpêşxeriyê dike.
Erdogan serokek e ku di heyama van 20 salên dawî de îsbat kiriye ku ew ji hesabên siyasî natirse. Erdogan, ji bo çareserkirina rewşa xitimî ya pêvajoya siyasî ya navxweyî ya Tirkiyeyê, parastina armancên AK Partiyê û rawestandina wê xwîna ku ji ber partiya wî û navê partiya wî diçe, dest bi însiyatîfa hilbijartinên pêşwext dike.
Ev yek dikare hilmekê bide pêvajoya siyasî ya navxweyî. Ji aliyekî din ve, divê ji bo aramkirina meydana siyasî û stabîlkirina bazarê yan jî bi kêmanî kêmkirina zirarên aborî, gaveke siyasî were avêtin, ji ber ku ti pakêtên Mehmet Şimşek (Wezîrê Darayî û Xezîneyê yê Tirkiyeyê) nikare qedera aborî ya welêt deyne ser rêyeke çêtir.
Ji aliyekî din ve jî, faktora Devlet Bahçeli heye, ku ti carî di parastina berjewendiyên dewletê de dudil nebûye ku gavên wêrek bavêje. Çawa ku dest bi pêvajoya aştiyê kir û Erdogan razî kir ku beşdarî wê pêvajoyê bibe, dibe ku di pêşerojeke nêzîk de daxwaza hilbijartinên pêşwext bike, da ku Tirkiye ji wê rewşa xitimî rizgar bike û êdî ew bêîstiqrariya siyasî ya navxweyî zirarê nede pêvajoya aştiyê.
Eger Erdogan biçe hilbijartinên pêşwext, dibe ku ew hilbijartin di sala 2025an de neyên kirin, bimînin sala bê, lê belê bi biryardana hilbijartinên pêşwext di wê salê de, Erdogan dikare hewl bide ku rewşa siyasî aram bike.
Erdogan dixwaze beriya hilbijartinên pêşwext pêvajoya aştiyê bigihîne armancê û PKKê hilweşîne. Ev gav dê destê Erdogan û Bahçeli û tewra Hevpeymaniya Komarê jî ji bo hilbijartinên pêşwext xurtir bike.
Di wê demê de, heke DEM Partiyê neyînin nav rêzên Hevpeymaniya Komarê jî, dibe ku bi rêya aştiyê karibin dilê dengderên Kurd ji bo Erdogan bikişînin û encama pêvajoya aştiyê bibe mekanîzmayeke girîng a kampanyaya hilbijartinan ji bo serxistina Erdogan û Hevpeymaniya Komarê di hilbijartinên pêşwext de.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse