Metirsiyên aktîfknekirina Parlamentoya Kurdistanê

17-04-2025
Arif Qurbani
Nîşan Parlamentoya Kurdistanê Hilbijartin PDK PKK
A+ A-

Em nêzîkî wê yekê dibin ku şeş meh di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas bibin, bêyî ku tu gaveke pratîk ji bo aktîfkirina vê saziya felckirî ku biryar bû bibe hêviya gelê Kurdistanê, were avêtin.

Ji ber ku Kurd ne xwediyên ti qeware û desthilateke din a xwebirêveberiyê bûn, dema ku berî 33 salan yekemîn bingeha hikumdariya Kurdî hate danîn, biryar hat dayîn ku wekî gelên xwedî dewlet, Kurd jî bibin xwedî hikumdariyeke xwecihî.

Ne tenê li Başûrê Kurdistanê, lê ji bo Kurdên hemû parçeyên dagirkirî û Kurdên diyasporayê jî, avakirina Parlamentoya Kurdistanê wekî pêkanîna xewneke mezin bû, lê cihê mixabinî û dilgiraniyeke kûr e ku di yekem destpêka gavên bingeha avakirina vê saziyayê de berjewendiya bilind a partiyê hate pêş berjewendiya neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê û parlamentoyeke pişkpişkî ya hizbî di navbera PDK û YNKyê de, şûna parlamentoya gelê Kurdistanê girt.

Maceraya 33 salên borî yên temen û rûdanên girêdayî vê saziyayê, aloz û bi mij û moran in, tevî derketina holê ya hêz û tevgerên siyasî û girseyî yên din bo nav parlamentoyê, lê dîsa jî ne pêkan bû ku parlamento ji pişkpişkiya hizbî û wê girêdana li ser du cemserên (hevrikiya siyasî ya dîrokî ya Kurdistanê), rizgar bibe.

Wekî gelek movikên din ên hikumdariya Kurdistanê ku pêwîst bû ji nav lepên partiyan bên derxistin û bibin milkê gel, parlamento jî wekî yên din ne pêkan bû ji alav û amrazeke hizbî bibe saziyeke niştimanî.

Tevî wêneya ku li ser vê saziya girîng hatiye çespandin jî lê ji ber nekemilîn û sistiya destkeftên Kurdan û ji ber wê yekê ku hêj Kurdistanê nekariye wekî qewareyeke serbixwe li ser piyan bisekine, loma mayîna vê saziyê ji bo Kurdistanê wekî cureyek ji nasname û dilniyayiya mayîna qewareyê tê dîtin.

Berî du salan ji ber xwevedana Kurdistanê ji hilbijartinan û dirêjkirina bê hincet a temenê parlementoyê, dema ku Dadgeha Federal dirêjkirina temenê parlementoyê wekî nedestûrî bi nav kir û ji ber wê yekê Parlementoya Kurdistanê hat hilweşandin, wekî cureyeke metirsiya nemana statuya herêmê derket holê.

Piraniya me ditirsiyan ku piştî biryara hilweşandina parlementoyê, Dadgeha Federal rewatiya saziyên din ên wekî serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmetê jî nehêle, loma tevî ku hêviya wê yekê jî lawaz bû ku pêkan be parlementoyeke cuda were avakirin, lê hemû kesên ku ji bo paşeroja Kurdan û mayîna wê axa azad a erdnîgariya Kurdistanê bi fikar in, di wê xemê de bûn ku Kurdistan bikaribe bi lez biryarê li ser hilbijartinan bide.

Ji ber ku eger pêvajoya hilbijartinan ji bo partiyan bidestxistina kursiyên parlementoyê be, ji bo gelê Kurdistanê, avakirina saziya parlementoyê û wergirtina rewatiya berdewamiya statuya wê bû ku Bexda dixwest wê hilweşîne.

Pêvajoya hilbijartinan hat pêkanîn, rewatiya saziyê û piştrastiya serkeftina statuya herêmê, ji destê Bexdayê hat derxistin û ket destê Herêma Kurdistanê. Diviyabû ku hêzên siyasî yên beşdar ên Parlementoya Kurdistanê jî wekî qebxwestineke mezin li vê qonaxa nûavakirina Parlementoya Kurdistanê binêrin û parlementoyê bi lez danin ser rêya wê ya rast, lê careke din jî ji aliyekî ve berjewendîxwaziya her du partiyên desthilatdar (PDK û YNK), ji aliyê din ve jî girêdana wan bi berjewendiyên hêzên herêmî ve, tê ku me vegerîne çargoşeya yekem.

Şeş meh in nekarîne parlementoyê bixin tevgerê, ti asoyeke ronîdar û hêviyek jî nîne ku bikaribin di şeş mehên din de jî zora cudahiyên xwe bibin û parlementoyê nekin qurbaniya nakokî û pevçûnên xwe yên nepêwîst û berjewendiyên dewletên cîran. Ew gotinên ku di medyayê de dibêjin û wekî mizgînî li ser xelkê belav dikin ku îro û sibê parlamento dest bi karên xwe dike, ne rast in û nikarin astengan bişkînin.

Wekî çawa di rabirdûyê de şaş bû ku xelk û hêzên siyasî yên din, hemû pirsên girîng û çarenûssaz ên Kurdistanê ji bo PDK û YNKyê dihêlan û wan jî bi wî awayî reftar bi wan re dikir, em îro encama wê dibînin. Niha jî şaş e ku qedera Kurdan ji bo wan bê hiştin, nabe proseya siyasî û hikumraniya Kurdistanê her bi wî awayî berdewam bike û her di nav çerxa hevrikiya van her du hêzên siyasî de bizîvire, bi taybetî ku herêma Rojhilata Navîn niha li ber ji nû ve dariştinê ye, hêzên mezin ên cîhanê mijûlî dîzaynkirina nexşeya herêma me ne.

Pêwîst bû ku Kurd di vê demê de ji hemû serdeman zêdetir saz û amadeyî bikaranîna derfet û îmkanan bin. Ti guman di wê yekê de nîne ku bikaranîna derfetan û pêşwazîkirina her pêşhatekê jî girêdayî rewşa navxweyî ya Kurdistanê ye.

Rast e ku Parlamentoya Kurdistanê bi vê dîzayna xwe ya niha nikare bibe navenda berhevkirinê û navenda biryarên dahatûya Kurdistanê, lê aktîvnekirina parlamentoyê dikare bibe pirsgirêk û kelemeke mezin li pêş her pêşhateke baş. Loma pêwîst dike ku hêzên siyasî û kesên ku dilê wan ji bo neteweya wan dişewite, helwestê wergirin û bi hev re zextê li ser PDK û YNKê bikin, da ku di zûtirîn dem de Parlamentoya Kurdistanê bixin kar.

Di vê kêliya nazik a cîhan û herêmê de ku îhtimala guherînên bilez heye, eger Kurdistan xwe jê re amade neke, dê rastî paşveçûneke mezin were. Ti guman û dudilî jî di wê yekê de nîne ku dagirkerên Kurdistanê dixwazin ku rewşa Kurdan lap bi vî awayî bimîne.

Tê çaverêkirin ku girêdana hêzên sereke yên Başûrê Kurdistanê bi Tirkiye û Îranê ve, me di nav vê xeleka hevrikiyên navxweyî de bihêle. Ez dûr nabînim ku roleke wan a mezin di wê yekê de hebe ku ev her du hêz nikarin li hev bikin.

Lewra erka neteweyî û niştimanî ya her kes û hêzeke din a siyasî ye ku bixebite ji bo ku em vê rewşa seqet û xitimî derbas bikin. Berpirsiyarî piralî ye, çiqas gunehê PDK û YNKyê heye ku Kurdistan gêrî vê rewşê kirine, berpirsiyariya xelk û hêzên siyasî yên din jî ji ya wan ne kêmtir e, eger bihêlin rewş bi vî awayî bimîne.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst