Ji Qersê heta Aştarakê
Serboriya zarokên kurdên êzîdî yên sêwî
(1920)
Rohat Alakom
Beşeke kurdên êzîdî berî sazkirina Komara Tirkiyê li wan 16 gundên li devera Dîgorê diman. Dema herêma Qersê dikeve nav sînorê Tirkiyê kurdên êzîdî dibin hedefê êriş û zordestiyên mezin. Di destpêka sedsala 20an li herêma Serhedê bi taybetî li deverên wek Qers, Qaxizman û Îdirê gelek dubendî, pevçûn, şer, êrişên mezin û bûyerên kuştin û mirinê pêk hatine. Di dawiya van nerehetiyan de bi sedan zarokên kurd bê dê û bê bav sêwî dimînin. Lê gelek zarokan jî di dawiyê de can dane. Zarokên sêwî di van salên rev û bezê de li her derê belav dibin. Bi kurtî li herêma Serhedê rewşa wan gelek xirab bûye. Dema em çavkaniyên dîrokî dixwînin em dibînin ku hin sazî, kom û kesên xêrxas destê xwe dirêjî van zarokan kirine, çi ji destê wan hatiye pêk anîne. Rêxistinên emerîkî yê alîkariyê, saziya mîsyonerên swêdî yên jin û dewleta Ermenîstanê gelek hewl daye bo alkariya van zarokên kurd bikin, saziyên wek sêwîxane, zarokxane û hêlînên zarokan vekirine.[1] Kurdên ku xwe xelas kirine jî gelek alîkariya hev kirine û li hev xweyî derketine, ev tora civaka kurd ya hevgirtinê wek mekanîzmekê di van salên dijwar de roleke mezin lîstîye.
Sêwîxana emerîkî li Qersê
Ev sêwîxan li navenda bajarê Qersê vedibe. Heciyê Cindî di bîranînên xwe de dîyar dike ku ew di sala 1919an de dîsa vedigerin gundê xwe Yemençayirê ku ew saleke berê jê revîbûn. Dema ew besa vê vegerê dike, di heman cîhî de ew herweha qala Sêwîxana li Qersê dike ku ji aliyê emerîkîyan de vedibe. Ev sêwîxane ji bo zarokên ermen hatiye vekirin, lê zarokên kurdên êzîdî jî hildane vê zarokxanê. Di derbarê vê saziyê de em çend agahiyên kurt di bîranînên pisporê folklora kurdî Heciyê Cindî de dibînin ku ew bi xwe jî demekê li wir maye: “Me bîhist, gotin Amêrîkayê li Qersê sêwîxane (êtîmxane) vekiriye, zarê bê dê û bê bav berev dikin, dibin xwey dikin, didine xwendinê. Ez û birê xwe jî ketine wê êtîmxanê. Ez koma yekêda dame rûniştandinê. Me zimanê ermenkî nizanbû, gişk zarê ermenî bûn, mera pir çetin bû...”
Heciyê Cindî dema ku li navenda Qersê di vê sêwîxanê de bûye carekê hindik maye di Çemê Qersê de bixeniqe:
“Carekê em birin ser Qers Çayê, çemê Qersê. Zaro ketine avê, ez jî ketime avê û min hew nihêrî avê ez birim, bû qîje-jîja zara...Ê kê dikaribû bihata ez bigirtama, ji avê derxistama? Ez niqoî avê dibûm, ew bû ez roda biçûma, yekî sîyarî hat gîhişte min û ez ji nava çêm derxistim, ewî sîyarî ez ji devê mirinê xilas kirim”.[2]
Heciyê Cindî di bîranînên xwe de dibêje ku rojekê apê wî Têlî tê Qersê, wî ji sêwîxanê direvîne, dibe gund dide ber du çêlekan. Hecî gelek li ber xwe dikeve, dixwaze dîsa here sêwîxanê û bighêje birayê xwe. Lê kingê tirk dikevin Qersê ev sêwîxana ku zarokên ermen û kurd li wir mane, tê girtin û amerîkayî vê carê wan dibin alîyê Ermenîstanê. Di derbarê vê sêwîxanê de Heciyê Cindî wiha dibêje: “Tirka dîsa Qers zeft kirin. Şev û ro dergevanê emerîkan ber derê sêwîxanê disekinîn wekî ewana destê xwe nedine me. Paşê em bi vagona verêyî êtîmxana Gumriyê kirin...”[3] Rewşa zarokên sêwî, perîşan û xizan li Qersê di romaneke nivîskarê emerikî Elgin Groseclose de jî wek mijar derdikeve pêşiya me. Ev berhema wî herweha bi wergera swêdî hatiye weşandin.[4]
Zarokên kurd li Aştarakê
Paşê di sala 1920an de zarokên kurd li Sêwîxana Aştarakê tên cîwarkirin. Di sêwîxanê de qasî 50-60 zarokên kurd hebûne.[5] Yek ji wan kesan ku di vê sêwîxaneyê de maye û mezin bûye Heciyê Cindî ye. Di sala 1980yî de ji ber 60 saliya vekirina vê sêwîxaneyê nivîseke wî ya ku ji bîranînan di Rêya Teze de tê weşandin. Di nivîsê de agahiyên kêrhatî hene. Di beşeke nivîsê de ew hin kesên ku di vê saziyê de kar kirine dide nasandin:
“Vê êtîmxanêda Nûra Egît Polatbekovaê (Polatyova)-xûşka rêvolyûsîonêrê eyan Fêrîk Polatbekova, xebateke nebîrkirî kir. Ev kulfeta egin (jina....), bawer bikî xwendîya pêşîn bû nava jinêd evê para cimaeta meda. Vê êtîmxanêda usa jî Elîxanê Serdar Şahînov xebateke belê? kir. Ewî sêmînera (xwendegeh) Êrîvanêye ûrisî xilas kiribû û ew çendik-çend sal bûn him olka (wîlayet) Qersê, wê şunda him jî li gundêd alîê Aparanêda dersêd zimanê ûrisî dide”.[6]
Ev zarokên kurd piştî ku salan dibin ronakbîrên kurd. Ji nav wan gelek jin û mêr derketine ku gelek alîkariya pêşketina civat û çanda kurdî kirine. Em qala kurdên berî 105 salan dikin. Di Sêwîxana Aştarakê de kesên wek lêkoler û berhevkarê folklora kurdî Heciyê Cindî, serekê Şanoya Elegezê Cerdoyê Gênco, zimanzan Çerkez Bakaev, jinên wek Hisreta Mîrze, Zeyneba Îbo û Xanima Rizgo mane û xwendine. Ev jinan paşê bi vekirin û pêştabirina baxçeyên zarokan, bi perwerdeya berî dibistanê mijûl bûne. Heciyê Cindî di derbara Zeyneba Îbo de wek mînak dibêje ku “Salên 1930yî de bûye dîktora (bêjer) radîoa kurdî”. Ev nota piçûk ya giring nîşan dide ku di van salan de bi sînorkirî be jî weşanên radyoyê yên kurdî li Rewanê hebûne.[7] Nifşek yan jî komeke zarokên kurd yên sêwî sal derbas dibin navên xwe bi vî awayî di dîroka Kurdên Sovyetê de didin nivîsandin. Heciyê Cindî di bîranînên xwe de navên çend hevalên xwe yên ermen jî dide ku di Sêwîxana Aştarakê de bûne hevalên hev, hevaltiya wan paşê jî bi salan berdewam kiriye.
Hewldanên mîsyonerên swêdî yên jinîn
Yek ji wan jinên swêdî yên mîsyoner Elin Sundvall dema di navbera salên 1918-1921an de li Rewanê kar dikir gelek hewl daye ji bo zarokên kurdên êzîdî zarokxanekê veke. Him ligel mezinên kurdan li Ermenîstanê wek Cîhangir Axa, Ûsiv Beg û rêvebirên fermî yên ermen ketiye têkiliyan û ji Swêdê alîkarî xwestiye.[8] Ew heta sala mirina xwe (1921) li Rewanê maye û bûye xêrxazeke zarokên sêwî yên kurdên êzîdî. Elin Sundvall di gelek nivîs û nameyên xwe de qala xebatên xwe yên ji bo van zarokên kurd dike. Em ji nivîseke dosta kurdên êzîdî Maria Anholm fêr dibin ku Komiteya Alîkariyê ya Emeriki hewl daye wekî zarokxaneyek bi sereketiya Elin Sundvall ji bo zarokên kurdên êzîdî li Ermenîstanê veke. Qasî 100 zarokên ku -7-12 salî hewcedari alîkariyê bûne.[9] Zaroxanek jî li bajarê Gumriyê (Alexandrapol) dest bi xebatê dike. Vê demê li Gumriyê qasî 17 hezar zarokên sêwî hebûne, Gumrî wek bajarê zarokên sêwî hatiye nasîn.
Silêmanê ku hemû xizmên xwe wenda dike
Divê ez bi çend gotinan qala serboriya zarokekî kurd bikim ku navê wî Silêmanê kurd bûye. Serboriya Silêmam di dawiya Şerê Cîhanî yê Yekem de dest pê kiriye û di şer de hemû endamên malbata xwe, dê û bavên xwe û birayên xwe wenda dike. Mirov dikare bêje ku tofaneke mezin hatiye serê vê malbata kurd. Silêman demekê tê Gurcistanê, paşê diçe Ûkraynayê û di dawiyê de wek ewledê malbatekê di sala 1929an de tê Swêdê, jîyana xwe heta sala mirinê (1981) li wir derbas dike. Ji ber zarok bûye gelek tişt ji bîr kirine. Mirov tam nizane di van salên rev û bezê de wî ji kîdera Kurdistanê koç kiriye. Lê dema mirov rewşa kurdên êzîdî ku li aliyê Qers û Îdirê diman dinêre, mirov baş dikare texmîn bike ku ew yek ji wan malbatan vê herêmê bûye. Ji ber ku kurdên herêmê di van salan de ji bo ku nêzîk bûye wan hertim berê xwe dane Ermenîstan yan jî Gurcîstanê. Silêmanê Kurd yê bêwelat çawa em dibînin welat welat geriyaye û di dawiyê de tê derdikeve Swêdê (1929). Pirtûkeke min ya piçûk berî çend salan li ser Silêmanê Kurd li Swêdê hate weşandin.[10] Vê pirtûka min bi çend gotinên kilamekê dest pê kiriye ku qedera hemû zarok û mezinên koçber û sirgûnbûyî tîne ziman: “Perîşano, te sêwiyo mihaciro”.[11]
[1] Rohat Alakom, Kars Kürtleri, Avesta, 2009, rûp.416-117.
[2] Firîda Hecî Cewarî, Heciyê Cindî û Malbata Wî, Yêrêvan, 2012, rûp.36.
[3] Firîda Hecî Cewarî, Heciyê Cindî-Jîyan û Kar, 2007, Yêrêvan, rûp.22.
[4] Elgin Groseclose, Ararat, Stockholm, 1940, s.365.
[5] Firîda Hecî Cewarî, Bîranînên Min, Yêrêvan, 2010, rûp.12.
[6] Heciyê Cindî, Bîranîn Derheqa Etîmxaneke Meda, Rêya Teze, 7-11-1980.
[7] Heciyê Cindî, heman çavkanî.
[8] Rohat Alakom, Svensk-kurdiska kontakter under tusen år, Apec, 2000, rûp.151.
[9] Maria Anholm, Jesiderna. Några minnesord om fröken Elin Sundvall, När och Fjärran, nr 10, 1921. Maria Anholmê ev nivîs li ser Elin Sundvallê weşandiye ku heman salê li Rewanê wefat kiriye.
[10] Rohat Alakom, Silêmanê kurd li Swêdê; Apec, 2018.
[11] Ji kilama Bilbilo ya Aramê Tîgran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse