Seîd Elî Mihemed
Heger mirov pişta xwe bi şiyan, zîrekî û jêhatîbûna xwe girênede, baweriya wî bi wî nebe, baweriya wî bi temamî bi selîqe û alavên ber destê wî nebe, baweriya wî bi werarbûna wî, hêviyên wî, rewşenbîrî û asoya ramanên wî nebe, heger pişta xwe bi westîna xwe, lêgerîn, şopandin û lêkolînên xwe girênede, ti kes nikare bibe dahêner an bigihîje asta dahênanê!
Piştrast bin ku kesê dahêner her dem ji kesên hevkarên xwe yên di warê xwe de cuda ye, bi berhem û dahênanên cuda, şikandina teqlîd û tiştên berbelav, hêza dahênerane, raman, şîrove û xwendina berfireh, cuda û bêhempa! Bi cesaret mijûlbûna bi zext û dijwariyan re, giringî û fokus danîna li ser çareseriyan ne li ser pirsgirêk û kêşeyan!
Şaristanî û pêşketina teknolojiyê, hişê çêkirî û şoreşa medyayî, gef in li ser mirov! Hûn dizanin çima?!
Bersiv: Ji ber ku mirovê vê serdemê gava bi lînkekê her tiştî bi dest dixe, êdî nikare gavekê bi pêş ve biçe, ne ji aliyê bedenî, ne ji aliyê derûnî, ne jî ji aliyê zihnî ve, ev mirovê belengaz ji hemû nîmetên geşbûn û pêşveçûnê, tam û lezeta dahênanê, hestên xweşî, aramî û rihetiya destkeftiyên nû bêpar dimîne!
Em hemû dizanin ku niha kompanyaya OpenAI dahênaneke nû pêşkêş kiriye ku ew jî ChatGPT e. Ev robotekî axaftinê ye û zêdetir dişibe sekreterekî û rola sekreterekî dilîze. Yanî nûbûn û nûvekirinên dawî gihîştine wê astê ku ev laş û tişta bêcan jiyana rojane ya mirovan birêk dixe, her ji nexşeya heftane bigire heta digihîje (bîrxeran), rêveberiya darayî, nivîs, dîzayn û …hwd ku ev hemû, tevî ku di zahir de nîmet in, lê di rastî û naverokê de jan, azar û ceza ne!
Van nêzîkan yek ji hevalên min bi lez hate cem min û bi ken û dilxweşî (bila em bibêjin) mizgîniyek da min û got: Êdî rihet be! Paşê got: Vê xizmetguzariyê ChatGPTyê bi kar bîne û êdî bes e û serêş nebe! Her tiştê ku tu bixwazî tê de heye, dema ku ramana wî ji min re zelaltir bû, ez aciz bûm û min ew rexne kir!!
Min ev (dijmin) red kir, min ji hevalê xwe xwest ku vî dijminî ji malbata xwe dûr bixe û li şûna ku pişta xwe bi Chat GPTyê ve girêbide, wan neçar û pabend bike ku kêf û lezetê ji hewl û xebat, westandin, lêgerîn û şopandinê werbigirin, da ku nebin bar û giranî li ser xwe, li ser malbatên xwe, li ser civaka xwe, li ser welatê xwe jî!
Bi rastî, ez pir aciz û bêzar dibim gava ku ez dibînim ku mirov niha pişta xwe bi vê (amûra bêgiyan) girêdidin ji bo pêşxistin û amadekirina ramana gotarekê yan nivîs û lêkolînekê yan encamdana çalakiyekê yan wek amûrekê ji bo bîrxistinê yan ji bo bicihanîn û cîbicîkirina erkekî dibistanê!!
Lewra ez hêvîdar im ku Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind erkê ser milên xwe bi cih bîne û rûbirûyî vê diyardeyê bibe û hemû daîre, dezgeh, sazî û karmendên beşên xwe ji bikaranîna hişê çêkirî ji bo birêvebirina erkên xwe di hemû warên zanistî de agahdar bike.
Nifşên nû û yên nûgehîştî, eger bi hewl û keda xwe zanistê bi dest nexin û li pey zanînê negerin, eger di rêya dahênan, xwepêgihandin û xweavakirinê de rastî serêşiyê neyên, eger hewla dahênan, lêgerîn û şevnexûniyê wan newestîne, eger nivîs û lêkolîn wan rastî nexweşî û çavêşiyê nekin, hest bi tam, çêj, lezet û mezinahiya zanistê nakin, hest bi qîmet, nirx û giraniya xwe nakin! Di dawiyê de jî nikarin malbatekê pêk bînin, xizmeta civakê bikin, nikarin ji odeya xwe ya xweş jî derkevin der!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse