Kurdî hilbijêre

13-02-2025
Necat Zanyar
Nîşan Kurdî Waneyên Kurdî Hilbijartin Otoasîmîlasyon Boykot
A+ A-

Hîm û hebûna miletan ziman e. Mirov û milet, bi zimanê xwe hene. Di zimanê xwe de hene.

Pirtûka Miqedes dibêje destpêkê peyv hebû, peyv bi Xwedê re bû, peyv Xweda bû.

Her tişt bi peyvê, yanî bi ziman xwe dide der. Tişta mirov ji heywanan cuda dike ziman û axaftin e.

Axaftin, ne galegaleke bê wate ye. Tevn û tora hezar salan e.

Hişê her miletî zimanê xwe afirandiye. Xwe di ziman de raxistiye, bi ziman xwe rêxistin kiriye.

Zimanê min mohra min e. Firehiya zimanê min, firehiya cîhana min e. Ez bi qasî ziman heme, bi qasî ziman gewre me.

Dîrok kengî hate ziman, dest pê kir. Yê bi ziman, yê bê ziman pênase kir. Nav lê kir, naverok lê bar kir.

Kê xwest dawiyê li hebûnekê bîne, zimanê wê jê kir.

Dema Xweda dît Birca Babilê ber bi asîmanên wî ve bilind dibe, tiliya xwe tevlî zimanan kir.

Bi ziman ava dibe, ji ziman xira dibe.

Lewma kêferat û berxwedana Kurdan ya Kurdî, ne belasebeb e.

Kurd bindest in lê ne bêziman in. Bi ziman man, bi ziman li ber xwe dan, bi ziman wê rabin ser xwe, bi ziman wê mayînde bin.

Dema Kurdek bi xwe dihese, berê xwe dide ziman. Ji kaniya ava heyatê vedixwe û kirasê nemiriyê li Kurdayetiya xwe dike.

Ji bo miletên bindest yên bejî, dilopek ziman, dinyayek rih û can e.

Bi milyonan Kurd zarokên xwe dişînin okul û dibistanên Tirkan. Li wir her tişt bi Tirkî, her der bi Tirkî, her kes Tirk e. Nebûyîna Kurdî, zilm û zordestiyeke nayê gotinê ye.

Lê ji sala 2012an ve, derfet û dilopek ji bo Kurdî heye. Zarokên sinifên 4, 5, 6 û 7an, dikarin dersa Kurdî hilbijêrin.

Her sal di meha Sibatê de ev ders tên hilbijartin. Dersa Kurdiya Kurmancî û Zazakî, bi navê “Yaşayan Diller ve Lehçeler” tê nivîsîn. Îsal heta 17ê Sibatê divê weliyên zarokan van dersan hilbijêrin.

Kurd nikarin hefteyê saetek be jî dersa Kurdî piştguh bikin. Hilbijartina Kurdî, mijara xîret û rûmetê ye.

Kurd dikarin di her mijarê de cuda bifikirin lê mecbûr in di mijara ziman de bibin yek.

Partî û tevgerên Kurdan bi ber pêla Tirkî ketin û bûn parçeyek ji çerxa otoasîmîlasyonê. Lewma Kurdî li ber mirinê ye lê her diçe di mijara ziman de hişyariyeke xurt pêk tê. Kurd zêdetir li zimanê xwe dipirsin.

Ne karê aqil e Kurd hemî televizyonên tirkan temaşe bikin lê TRTya Kurdî boykot bikin! Ne karê aqil e Kurd hemî dersên Tirkî bigirin lê dersa Kurdî boykot bikin! Ev xwelîseriyeke nedîtî ye. Partiyeke Kurdan li ser navê Kurdîtiyê çawa dijberiya hebûna Kurdî bike! Bi hinceta îstîsmara dewletê! Lê gelo her tiştê dewletê ku boykot nakin ne amûrên îstîsmarê ne, îcar dor hatiye boykotkirina hebûna Kurdî li sazî û dezgehên dewletê? Hûn okulên Tirkan boykot nakin, dersên Tirkî boykot nakin, televizyonên Tirkî boykot nakin, çûyîna eskeriya Tirk boykot nakin, parlamentoya Tirk, sondxwarina Tirkbûnê boykot nakin lê dersa Kurdî boykot dikin? Mixabin bi salan aşê Kurdan Kurd hêrandin, Kurdan bi destê xwe gora xwe kolandin. Lê heta kû derê?

Her Sibat seferberiya Kurdî ye êdî. Kî bi çi niyet û mebestê piştgiriya dersên Kurdî bike, di fêdeya Kurdan de ye.

Divê bi sedhezaran zarokên Kurd dersa Kurdî hilbijêrin û peyama parastina hebûna xwe bidin. Divê hefteyê saetekê be jî zarokên Kurd li dibistanan axaftina Kurdî û nivîsa Kurdî bibînin. Ev yek wê bandorê li her qada jiyanê bike.

Helbet heta Kurdî nebe zimanê desthilat û hikumraniyê û li hemî okul û dibistanan ji bo her kesî nebe zimanê perwerdeyê, wê têkoşîna Kurdan bidome. Kurd ti carî bi dilopekê qayîl nabin lê dilopek mizgîniya baranê ye. Gulek mizginiya biharê ye.

Bila Kurdek nemîne ku vî dengî nebihîze: Kurdî hilbijêre!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst