Berû Zimanekî Yekbûyî ve: Sivikbûna Daçekan

06-03-2025
Deham Ebdilfettah
Nîşan Zimanekî Yekbûyî Sivikbûna Daçekan Paşdaçek
A+ A-

Berû Zimanekî Yekbûyî ve

(14)

Sivikbûna Daçekan

Daçek kurtebêjeke bêwate ye, li pêş hin bêjeyên watedar tên xebitandin û wateyên wan firehtir û zelaltir dikin. Bi vê yekê daçek têkiliyeke watedarî di navbera bêjeyên cûrecûr de diyar dikin.

Hin daçekên sereke paşdaçekên wan hene.

Daçek li ku bên xebitandin ew paşdaçek  jî weku peyrewan li pey wan tên xebitandin, wek:

  • Masî di avê de dijîn
  • Em bi hev ra çûn zanîngehê

    Di gorankariya hin paşdaçekan de hin diyardeyên sivikbûnê li wan xuya dibin, wek:

  • 1-Eger ev her çar daçekên sereke (ji, li, bi, di) li pêş van her dû cînavên kesîn (wî, wê) bên xebitandin hingê (i) ya daçekan dikeve û her dû cînav jî bi şêweyê (ê) sivik dibin, wek:
  • Min ji wî re tiştek got

    [min (j...+ ...ê) re tiştek got]

    [min (jê) re tiştek got]

  • Te li wê xist

    [te (l...+ ...ê) xist]

    [te (lê) xist]

  • Wî name bi pênûsê nivîsî

    [wî name (bi wê) nivîsî]

    [wî name (b ... + ...ê) nivîsî]

    [wî name (bê = pê) nivîsî]

  • Masî di avê de dijîn

    [masî (di wê) de dijîn]

    [masî (d ...ê) de dijîn]

    [masî (dê = tê) de dijîn]

  • 2-Kurdên komarên Sovyatistana berê raweya hevokên daçek û paşdaçekan bi avêtina daçekên sereke sivik dikin. Anku paşdaçekan tenê dixebitînin, wek:
  • Ez ... te re çûm Laleşê

    [ez (bi) te re çûm Laleşê]

  • Te ... min re pênûsek kirî

[te (ji) min re pênûsek kirî]

  • 3-Carcaran di hindek sitranên floklorî de paşdaçeka (de) nayê bilêvkirin. Anku tê avêtin. Dihelebestên me yên kilasîk de jî ew paşdaçek hin caran tê avêtın.

    Melayê Cizîrî dibêje:

                    “ Heyf di qeyda xak û gil (...) bit

                       arifê çalakî rûh! “[1]

    Dîsan jî dibêje:

            “ Ewwel ku yarê da me

               yek zerre, yek ‘inayet

               Qismet me xemir û cam e

                di deftera hîdayet (...) [2]

    Di wan malikên çûyî de gerek Cizîrî li şûna wan xalên binxêzkirî paşdaçeka (de) bixebitanda lê bi egera kêşesazî û sivikbûnê ew paşdaçek paşguhkiriye.

  • 4-Reseniya teşeya (forma) peyrewên van her dû daçekan (di, ji) ev her dû paşdaçek in (da, ra).

Li başûrê Kurdistanê, di her dû şêwezaran (soranî, kurmancî) de bi vî şêweyê resen (da, ra) tên xebitandin.  Di şêwezarê zazayî (zazkî) de (ra) bi reseniya xwe tê xebitandin , lê (da) sivik bûye û bi şêweyê (de) tê xebitandin.

Lê li rojava û bakûrê Kurdistanê ew (da, ra) di sitranên filoklorî û helbestên me yên kilasîk de bi forma xew ya resen bikar tên. Lê ji bilî sitran û helbestên kilasîk ev her dû paşdaçek li hin herêmên Rojava, bi şêweyê (da, ra) tên xebitandin û li hin herêmine dîtir bi şêweyê (de, re) tên xebitandin. Lê di nav nivîskaran de ew her dû paşdaçek li ser rêbaza Celadet Bedirxan bi şêweyê (de, re) tên nivîsîn. Li Bakûr jî ew paşdaçek, li hin herêman bi reseniya xwe (da,ra) tên xebitandin û li herêmine dîtir bi şêweyê (de, re) tên xebitandin.

Di derbarê sivikbûna van her dû paşdaçekan de xemxurên  zimanî dû helwestên ji hev cuda wergirtine.

  • 1-Piştgirên reseniya zimên dibêjin ji serdemên dêrîn ve heta nuha zimanê me bi saya pergala reseniya hebûna xwe karîbû beranberî hemû hewldanên bişaftin û tunekirinê xwe biparêze.

    Nuha jî divê em wê reseniyê biparêzin û rê nedin çi guherînê bi çi navî  û bi çi behaneyê be jî.

  • 2-Piştgirên gorankariya zimên jî bawer dikin ku ziman berkêşaneke civakî ye . Her komelgeheke civakî li ku be û ji çi netewê be ferhenga zimanê xwe li gora pêdiviyên jîngeh û jiyana xwe ava dike . Bi vê sedemê jî çi guherîn an çi gorankarî bigihêje civakê digihêje zimanê wê civakê jî. Bi vê pîvanê zimanê ku li gora serdema xwe neyê guherîn ew berkêşana civakeke saxî-mirî ye!

Pirraniya gorankariyên gihiştine şêwezarê kurmancî ji sivikbûna bêjeyan pêk hatine. Diyardeya sivikbûna bêjeyan diyardeyeke dursut û rewa ye bi mercê ku ew sivikbûn ziyanê neghîne watedariya bêjeyên sivıkbûyî û wan dûrî reseniya wan nexîne . Li gora vî mercê sivikbûnê ev bêjeyên ku li nik Melayê Cizîrî sivik bûne dûrî watedariya kokên xwe yên resen ketine, ji hêla dariştinê ve jî têkiliyeke bêjesazî di navbera wan bêjeyên sivikbûyî û kokên wan de nayê dîtin.

Cizîrî dibêje:

                      “er bi kuştin wer bi hiştin

                        emr û fermana te bit “ [3]

Er: Eger

Wer: Û-eger (weger)

Di vê mînakê de qet nayê nasîn ku (er) sivikbûna hokera mercî (eger) e, ne ji hêla watedariyê ve û ne ji hêla giradana bêjesaziyê ve jî, ji ber vê egerê jî em dibînin ku ev cûreyê sivikbûnê ne rewa ye û çi sûdê nade rewanbêjiya malikê. Wekî wê sivikbûnê jî kurtepeyva (we) di vê malika Cizîrî de:

           “ Fetweya pîrî Mela yan

                                  tu bi ilhamî nebî

              vê meyê her we dinoşî

                                  bi helalî şeb û roz”

We: Weha, wesan

Ka çi pêwendiya watedarî yan daraştinê di navbera (we) û (weha) de heye ?!

Erê rast e! Lê belê. Rast e jî ku Melayê Cizîrî helbestvanekî evîndar e. Dilê wî wekû tenûreke sincirî pêt û rivîn berdewam jê hil dibin.

Cizîrî bi wê  evîna pêldayî û hestiyariya raperiyayî berzûrî Xwedayê xwe dibe, dibêje:

                 “ya reb çi turfe-mêwe

                                  ev renge-mey dibexişt

                  şi`ra me tê perîşan

                                  nezma me tê muşewweş?”

Helbestvanekî bi vê rewş û doxê qet lê nayê girtin ku hin pergalên rezimanî û bêjesazîyê bike qurbana awaz û pêlewazên helbestên xwe, ku ew jî keser û keldûmana evîndariyeke bêsînor û bêperav e!



[1] M.Cizîrî: Dîwan – Bergê yekem . Rû 185 Heleb 1987.

[2] M.Cizîrî: Dîwan –Bergê yekem . Rû 136 Heleb 1987.

[3] M.Cizîrî: Dîwan_ Bergê yekem . Rû 229 çap Heleb 1987.

Di encamê de, ev paşdaçek (de, re) ji koka xwe ya resen (da, ra) hatine sivikkirin û ji hemû hêlan ve jî dûrî koka xwe neketine.



[1] M.Cizîrî: Dîwan – Bergê yekem. Rû 185 Heleb 1987.

[2] M.Cizîrî: Dîwan –Bergê yekem. Rû 136 Heleb 1987.

[3] M.Cizîrî: Dîwan_ Bergê yekem. Rû 229 çap Heleb 1987.

Ez jî weku mirovekî hezkerê zimanê xwe piştgirê sivikbûna zimên im, bi mercê ku ew sivikbûn ziyanê negihîne wate û bêjesaziya bêjeyên sivikbûyî!

Deham Ebdilfettah

Amûde 20/2/2025

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)


[1] M.Cizîrî: Dîwan – Bergê yekem. Rû 185 Heleb 1987.

[2] M.Cizîrî: Dîwan –Bergê yekem. Rû 136 Heleb 1987.

[3] M.Cizîrî: Dîwan_ Bergê yekem. Rû 229 çap Heleb 1987.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst