Çavkaniyên dijberiya di navbera Kurdên Misilman û Êzidiyan de

09-06-2024
Alî Gurdilî
Nîşan Kurdên Êzidî Kurdên Misilman Çavkanî Cudabûn Sedem
A+ A-

Di destpêkê de divê ez bibêjim ev projeya ku komeleya Civaka Kurdî-Ewropî girtiye ser xwe, xebateke gelekî girîng e û di cî de ye. Beyî guman, em baş dizanin ku di navbera Kurdên Misilman û Êziiiyan de (hem Êzidiyên ku xwe Kurd dibînin û ên ku xwe Kurd nabînin) hinek arîşe, nakokî, hevtênegihiştin, dijberî û hevnepejirandin hene ku rabirdûya wan vedigere beriya sedê salan.

Dema arîşeyên hewqasî kevin hebin, çareseriya wan arîşeyan jî ne hêsan e û gelekî zehmet e lê li gorî dîtina min a girîng, destpêk û destnîşankirina arîşeyan e û ev proje, gaveke erênî ye ber bi demajoya çareseriyê ve.

Li meydanê agirekî vêketî heye û loma jî em dibînin ku dû bi ser meydanê ketiye û dû û dûmana heyî, nema dikare were veşartin. Helbet meriv dikare bibêje ku arîşeyên bi vî rengî li gelek cî û waran, li gelek welatan cîhanê, berê jî hebûn û a niha jî hene.

Rast e. Lê em dizanin ku roja îro gelek welatên pêşketî yên cîhana modern, gelek arîşeyên xwe yên civakî, dînî û komelî, çareser kirine û roja îro ketine rêya pekvejiyaneke dilxwaz, sekuler û qanûnî. Di navbera beşên civakên Kurdan ên Kurdîziman de jî, roja îro gelek arîşeyên me yên eşkere hene û demildest, divê ew arîşe werin destnîşankirin û çareserîkirin.

Di vê xalê de divê were gotin ku di vê serdema lezgîn û guhêrbar da, baştirîn rêya parastina mafên mirovan ên takekesî û civakî, hebûna qanûna ye û divê, mafên mirovan bi tevahî bi qanûnan werin parastin û geşkirin.

Ji ber ku dema qanûn tunebin, ên hêzdar û desthilatdar, dikarin tehde û zordestiyê li yên jar û bindest bikin, xwe di bin kirasan de veşêrin û rûpoşên dîndarî û mirovdostiyê jî bidin ber rûyê xwe. Loma jî ji bo jiyaneke xweşhal, azad, mirovdost û aşt, pêdivî bi qanûnan heye ku kes nikaribe mafên ên dî binpê bike û rabe tehde û zordestiyê li yên dî bike.

Ji bo danîna qanûn û qanûnên esasî jî pêdivî bi lilevkirina beşên civakê heye, da ku mirov karibin sazûmana xwe a demokratîk ava bikin. Di avakairina sazûmaneke azad û demokratîk da jî lazim e ji gelek zanistên sosyal ên wekî sosyolojî û psîkolojiyê, sûd were girtin.

Herwiha, divê ji zanîna felsefey3e û ramanên felsefeyê jî sûd were girtin. Ê baş e, gelo çi sebeb hene ku roja îro di navbera beşên civakan ên cuda da dibin sebeba arîşeyan, dibin sebeba kuştin, dijminatî, rikeberî û çavsoriyê?

Bi taybetî jî di navbera beşên civakî ên Kurdîziman de. Helbet meriv dikare behsa gelek sebeban bike ku bûyera dîn û baweriyên dînî yek ji wan sebeban e. Girêdayî çarçoveya sernivîsê, ez dê hinekî behsa bûyera dîn û tesîra wê bikim û piştre jî ez dê bi awayekî taybet li ser arîşeyên Kurdên Misilman û Êzidiyan an jî em bibêjin civakên Kurdîziman, hinek tesbîtan bikim û pêşniyariyên xwe raber bikim.

Meseleya dîn a esasî çi ye û dîn, bi çi awayî tesîrê li mirov û civakan dike?

Ji roja hatina (derketin) ser rûyê erdê heta roja me ya îro, hemû mirovan xwestiye ku gerdûnê, xwezayê û jiyana civakî şirove (rave) bikin û bi sebebên pêhatî û bûyerên xwezayî û civakî zanibin. Bêyî guman, meriv dikare bibêje ku ev helwesta wan hê jî berdewam e.

Lêgerîna mirovî ya zanîna yên nenas, bi mîtolojiyê dest pê kiriye. Di dewra mîtolojiyê de gelek pêhatî û bûyer bi şiroveyên metafîzîkî şirove bûne. Em dizanin ku di dewra îtolojiyê de, heyînên xwedayî û nîvxwedayî hene û gelek tişt, bi mîtosan (çîrok) şirove bûne yan jî rave bûne. Piştî dewra mîtolojîk, dewra dînî dest pê kiriye. Di dewra dînî de jî, zanînên (knowledge) mîtolojîk cihê xwe ji zanînên dînî ra hiştiye.

Tevlîheviya ku di dewra mîtolojîk de hebûye, di dewra dînî de ji holê rabûye û rêkûpêkiyekê xwe daye der. Dîn jî, hem wekî zanînekê û hem jî wekî terzeke jiyana civakî derketiye holê. Loma em dikarin bibêjin ku dîn, damezraner e û medeniyet ava kirine.

Piştî zanînên (şirove û rave) dînî, îcar dewra felsefeyê dest pê kiriye û felsefeyê, rexne li zanînên dînî girtiye û wekî lêgerîneke aqilî ya mirovî, hatiye pejirandin. Dewra piştî zanînafelsefeyê, bêyî guman dewra zanîna zanistî rû daye.

Di dewra zanîna zanistî de jî pêhatî û bûyerên xwezayî û civakî, bi nêrîneke pozîtiv (objektive) şirove bûne û dibin. Meriv dikare bibêje ku ew dewr hê jî berdewam dike. Cihêtiyeke berbiçav a zanînên dînî heye û lazim e were gotin: Dema em bixwazin bi nêrîneke neterefgir (objective) zanînên dînî binirxînin, bêyî guman em ti carî nikarin bibêjin ku zanînên dînî, zanînên misoger (teqez, mitleq) û zanistî ne çimkî misogeriya zanînên dînî, li gorî bawermendan diguhere û bawermend, wiha difikirin û diparêzin ku zanînên (zanyarî, bilgi, knowledge) dînê wan, teqez û neguhêr in çimkî zanîna dînî, dogmatîk e, rexneyê napejirîne û loma jî nayê guhêrtin.

Hilbijartîna dilxwaz û derbest, di dîn de esas e        

A rast ew e ku hemû mirovên bawermend dixwazin li gorî rêûrismên dînê xwe bijîn, (ku rû bide) li hemberî reşkirin û êrişan, dînê xwe biparêzin û wekî perçeyekî çanda xwe, dînê xwe ji nifşên nû re bihêlin.

Ev yek, normal e û mafê, tevahiya mirovên bawermend e. Reng û çermê mirovan ji hev cuda ye, nîjada wan cuda ye, çanda wan cuda ye, zimanê wan cuda ye, şert û mercên wan cuda ne û pir normal e ku dîn û baweriyên wan jî ji hev cuda bin û pirtexlîd bin. A ne baş û a nenormal, lêferzkirin û tehde û zordestî ye çimkî, mirov û civak, divê dînê xwe bi dilê xwe hilbijêrin û hilbijartina dilî û serbest, di dîn da esas e.

Pêşî mirov û rêzgiriya dîn û baweriyên mirovî çimkî, dîn û Xwedê jî ji bo mirovî ne û nabe ku mirov, ji bo dîn û baweriyên xwe û li ser navê Xwedê û heta ji bo Xwedê, tehde û zordestiyê li bawermendên cuda bike û rêûrismên xwe ên dînî, li ser wan ferz bike.

Dîsa em dizanin hemû dînên ku rû dane, di destpêkê da peyamên qencîxwaz û aştiyane, belav kirine. Dijberê, zilm û zorê bûne û wan edaletê xwestiye. Di destpêka dînê Xiristiyaniyê da piştgirî, xweşbînî û mildaneke wiha hebûye ku gelek Xiristiyanan, di destpêka dînê Xiristiyan de hemû mal û milkê xwe, bexşî dêrê kirine û libasên feqîriyê li xwe kirine.

Di destpêka dînê Îslamê de li dijî kuştina bebikên keçik nêrazîbûnekê rû daye û li gorî dema xwe, dînê Îslamê jî li gel xwe hinek nûjnentî anîne lê çi dema ku dîn, bûye sîstem û sazûmana civakê û qanûnên dînî vesaz kiriye, hingê jî di destê hinek serekên dînî û desthilatdaran de, bûye destikê zilm û zorê, bûye sebeba komkujî û jenosîdan, bûye sebeba xwarina keda mirovan û darizandinên bêedalet.

Hebûna Dadgehên Engîzîsyonê, Dadgehên Şerîetê û di encama darizandinên li ser navê dîn û Xwedê, gelek peyayên mîna Sokrates, Hypatia, Pythagoras, Nicolaus Copernicus, Galileo Galilei, Antoine Lovoisier, Giordano Bruno, Miguel Servet, Roger Bacon, Mansûrê Hallacî, Şihabedînê Suhrewerdî û bi hezaran ramanwer, zanistmen û philosopherên ku nayên zanîn li ser navê dîn û şerîetê hatine kuştin.

Carinan jî li hemberî bawermendên cuda komkujî pêk hatine û wiha hatiye xwestin ku bawermendên dînekî, bi temamî werin kuştin û koka wan, ji holê were hilanîn. Fermanên li ser Êzidiyan her berdewam kirine û jenosîd Êzidiyan, yek ji wan qirkirinên dawî ye ku bi destê terorîstên DAIŞê ve hatiye kirin.

Bi nimûneyên berbiçav xweş xwiya dike ku dîn di destê dîktator, zordar, zilimkar û desthilatdaran de gelek caran dibe darê zorê, dibe tehde û zordestî, dibe kuştin û komkujî.

Gelek caran jî zilm û zordariya dînî xwe di bin kirasan da veşartiye, bûye şerê pîroz, bûye feth, bûye dagirkarî, bûye komkûjî û jenosîd. Di vê xalê de, em dibînin ku dîn êdî çekek e di destê zilimkaran da û ji bilî diayên mezlûman, di destî da tiştek nemaye.

Carinan jî dihê dîtin ku mirovên mezlûm û stembar ku bawermendên dînên cuda ne, piştî demajoyeke demdirêj ji hêla madî û ruhî ve di bin tesîra desthilatdaran da dimînin, beralî dibin û li gorî dîtin û daxwazên desthilatdaran tevdigerin. Mixabin, ev jî dibe sebeba şer, pevçûnên dînî û mezhebî. Carinan jî dibe sebeba reşkirin, biçûkkirin û nîşandana bi xerabî ya dîn û baweriyên cuda. Dema êriş, kuştin, talan û genosîd têrê nakin, îcar jî bi ramanên sext û derewîn, wiha dihê xwestin ku dînê ku ne êy wan e, wekî dînekî derewîn û jiderketî, were dîtin û pejirandin.

Ji bo Êzdayetiyê jî ev yek hatiye xwestin û bi zanetî, bi sedê salan zanînên qelp û şaş, hatine belavkirin lê divê em baş zanibin ku dînê Êzdayetiyê dînekî me yê qedîm e, ji aliyê dînên dî ve bi xerabî hatiye nîşandan û pênasekirin.

Çima êrîşî Êzdayetiyê kirine û dikin?

Dînên ku li herêma Rojhilata Navîn derketine holê yên wekî Musewîtî, Xiristiyanî, Misilmantî û Êzdayetiyê li ber xwe wekî asteng û rêgir dîtine û loma jî bi kirin, gotegot û ramanên şaş û derewîn, xwestine ku vî dînê me ê qedîm bi tevahî ji holê hilînin.

‘Cîlwe’ û ‘Mishefa Reş’ wekî kitêbên pîroz ên dînî nehatine dîtin û pejirandin. Li gel hemû qencîxwazî, mirovdostî û humanizma Êzdayetiyê, dijmin û dijberên Êzdayetiyê, wiha xwestiye ku bi gelek gotinên derewîn û bi ramanên şaş, vî dînê me yê qedîm li ber çavê me reş û biçûk bikin.

Mixabin, heta radeyekê bi ser jî ketine û loma, roja îro ev dînê me yê qedîm ji aliyê gelek Kurdên Misilman ve şaş dihê zanîn û têgihiştin. Çavkaniya dijberî, dijminatî, rikeberî û hevnepejirandin, bawerî û ramanên şaş, gotegot û fesadiyên bawermendên dî ne.

Jehrkûyiya vê dijberiya dînê me yê qedîm, şanazîpêanîn û xwedîlêderketin e. Zanînên tarîxî nîşanî me didin ku helwestên dij û dijminane, helwestên dijmirovî di Êzdayetiyê da tunin û Êzidiyan, qedr û qîmeteke mezin daye gelek peya û alimên dînên dî jî.

Di Êzdayetiyê da misyonerî tune, cîhad tune, talana mal û milkê biyaniyan tune û qencîxwaziyeke bêpayan heye. Di Êzdayetiyê da, mirovahî xaniyek e û esmanê jorîn jî banê xaniyê mirovahiyê ye.

Di esasê da, dijberî û dijminatiya dînê Êzdayetiyê, ne li gorî gewhera dîn e jî û bi mexseda dîn ra jî nagunce çimkî dîn, bi diruşma hêvî, rizgarî, wekhevî, hez û hezkirinê heye û dema dibe destikê zilm û zordestiyê, ji qalikê baş û qencîwaz dertê û dibe kujer, dibe zordar û zilamkar.

Loma bi awireke giştî, meriv dikare bibêje ku roja îro serî li dînên zordar teng bûye û di destê bawermendên tundîtûj û şaştêgihiştî da, asê mane.

Di nav bawermendên cuda da, armanca xwegihandina edaletê sist bûye û hêviya bawermendên bindest û mezlûm jî reş bûye. Ji bo rêlibergirtina vê rewşa aloz û xerab, pêdivî bi zanîn û têgihiştineke çak heye, da ku ev agirê vêketî ê dijberî û rikeberiyê, were tefandin.

A rast ne belî ye ku di siberojê da, dîn bikeve şeklekî çawa û dê çi guherîn di dîn da çêbibin lê ji bo qenciya tevahiya mirovahiyê û siberoja tevahiya civakên Kurdîziman divê ev hevnepejirandin, rikeberî, bêtoleransî û dijberiya di navbera Kurdên Misilman û Êzidiyan (an jî, em bibêjin kes û civakên Kurdîziman) de, bi temamî ji holê rabin û cihê xwe ji xweşdîtin, tolerans, hevpejirandin û pêkvejiyaneke sekulêr û dadwer ra bihêle.

Li gor dîtina min a takekesî, mirovdostî û qencîxwaziya dînê Êzdayetiyê, dê bibe yek ji wan haveynên dînê siberojê, heke dînên din karibin kirasê xwe yê zordestî û lêferzkirinê biçirînin û bavêjin sergoyê.   

Projeya Komeleya Civaka Kurdî-Ewropî dikare çi encaman bide?

Beyî guman komeleya Civaka Kurdî-Ewropî ne dem û dezgeyeke siyasî ku karibe encamên komxebatên xwe, li ser Kurdên Misilman û Êzidiyan, ferz bike lê dikare encamên komxebatên xwe, wekî pêşniyarî ragihîne bîr û raya cîhanî û a tevahiya Kurdên cîhanê û civakên Kurdîziman.

Arîşeyên heyî, divê ne li gorî civaka Almanî û Ewropî, divê li gorî şert û mercên Êzidiyan werin dîtin û nirxandin. Beşdariya ramanwer, civakzan, akademîsyen, nivîskar, alimên dînê Îslamê û alimên dînê Êzidayetiyê ya civînên komxebatê, gelekî di cî da ye û divê ji heremên Êzidiyan jî alim û rêvebirên civaka Êzidî beşdarî van civanan bibin.

Di van civînan de, mesele ne ew e ku em rabin bi serê hev sond bixwin û li gor şertên civaka Almanî, meseleyê binirxînin. Civaka Almanî, civakeke sekuler e û di jiyana mirovan a takekesî û civakî de, serbestiyek heye lê li tevahiya beşên Kurdistanê û deverên êzidiyan, arîşe gelek in û heke kesên beşdar, haya wan ji arîşeyên heyî tunebe jî dikarin ji gelek belgeyên dîrokî sebebên jihevdûrketina Kurdên Misilman û Êidiyan fêr bibin.

Bi gotina ‘Êzidî Kurdên resen in û tu problema me bi hev ra tune’, em nikarin meseleyê safî bikin.

Pejirandina arîşeyên heyî, şertê pêşîn ê çareseriyê ye. Girêdayî vê xalê, li ser meseleya aîdiyeta neteweyî ya Êzidiyan jî nabe ku em dîtin, bawerî, raman û qeneetên xwe, li ser Êzidiyan ferz bikin. Ji xwe ev yek, li dijî ruhê hevpejirandin û hevhestyariyê ye jî.

Birayên me yên Êzidî xwe çawa bibînin, xwe çawa hîs bikin, divê em wan wiha qebûl bikin û rêza wan bigirin. Heke rewş ne ev be, beyî guman em nikarin behsa xweşdîtin, tolerans û biratiya rastîn jî bikin.

Li dewsa ramanên zordest divê em berê xwe bidin zanîna sebebên arîşeyan û sebeba vê pirsê ji xwe bikin: Ji ber çi roja îro, beşekê Êzidiyan xwe Kurd nabînin û xwe ji doza Kurdayetiyê dûr dikin?

Ji ber çi Kurdên Misilman û Êzdî, her diçe ji hev dûr û sar dibin?

Kurdistan, çawa ku welatê Kurdên Misilman e, wisa jî welatê tevahiya Êzidiyan e û maka, zimanê me ye, maka çanda me ya hevpar e.

Dîsa gelekî girîng e ku xebat û encamên komxebeta Civaka Kurdî-Ewropî, ji bo bîr û raya cîhanî û ji bo tevahiya civakên Kurdîziman, werin weşandin û li ser gelek organên medyayê werin xwendin.

Heta ji bo Kurdên ku nikarin bi elîfbaya Latinî bixwînin, divê qeydên civînan bi dengî jî werin weşandin. Ev yek dikare deriyekî xêrê, deriyê guftegoyeke çak veke ji bo me teva.

Roja îro, cîhan ber bi jiyaneke sekuler ve dimeşe û nabe ku civakên Kurdîziman, şaşiyên berî sedê salan dubare bikin. Wekî tevahiya miletên modern, em jî dikarin ji rê û rêgehên çak sûd wergirin û li ber ronahiya hiş û aqilê mirovî, jiyaneke xweşhal, sekuler, dadwer û azad bijîn. Em dê hêviya xwe, bidomînin.

(Ev nisvîs berê di Kurdî Philosophiayê de belav bûye.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst