Di çîroka mirovahiyê de mala pêşî şikeft e. Zivistanan germ, havînan hênik e. Bîra hezar salan e. Lewma di şikeftan de kûrahiyeke ruhkêş heye.
Ziving, peyveke mê ye. Wateya wê şikeft e. Gundên bilind û asê, yên bi şikeftên xwe navdar, Ziving in. Ev der zivistangeh in.
Di Kurdiya Zazakî de navê beşeke malê Ziving e. Kurdên Dêrsimî Zivingê di wateya “cih û star”ê de bi kar tînin. Li derdora Axzapêryê gotinên wek “Pez kişiya zivinga (gom) xwe”, “Mar kişiya zivinga (qul) xwe” hene.
Ziving mîna malzarokê ye. Hêlîn e. Wargeha hebûnê ye. Di nav Kurdên Êzidî de “Dara Zivingê” dara pîroz ya şêwrê ye. Ev dar, li jora geliyê Kersê, li deşta warê Xidir, li gundê Zivingê ye. Çi cara ferman li Êzîdiyan rabûye, Êzidî li bin vê darê civiyane û şêwra xwe kirine. Di sitrana li ser berxwedana Êzîdiyan de navê vê darê wiha derbas dibe: ‘’Lê dayê dinya li me teng bû weka Tara Bêjingê… Şêwr û tekbîrên van kurê ciwanmêrên ketine raserî geliyê Kersê, bin dara Zivingê” (bnr. Nûçeya Rojnewsê, Dara Zivingê)
Navê Zivingê di hinek klam û sitranan de derbas dibe. Sitrana Hozan Mistê ya bi navê Meymê yek ji wan e: “Lê lê Mêymê korê kula xwedê mala bavê ketê zivingê heya vê zivingê / Bila xwedê xerab bike mala xweyê şeşxanê / Na wele bavo dîsa xweyê vê tivingê”.
Di sitranekê din de wiha derbas dibe: “Lê lê ji zivingê heya vê zivingê lo lo lo lo lo / Agirê xwedê bigire mala xwediyê vê tivingê”.
Hinek gund hene wek “Ziving”a gûndekî din hatine zanîn. Piştre jiyan geş bûye û navekî din girtine. Bahwarê yek ji wan gundan e. Ev gund demekê Zivinga Helexê ye. Lê niha wek Bahwarê tê naskirin.
Li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê gelek gundên bi navê Zivingê hene. Li gor lêkolînên min, hejmara van gundan sêzdeh e.
1- Zivinga Hebizbiniyan (Kışlak): Bi navê Zivinga Daleqandî jî tê zanîn. Gundekî asê û bilind e. Navenda eşîra Hebizbiniyan e. Ji ber li herêmê gundê herî kevnar e, dibêjin Hebizbinî ji vî gundî belav bûne.
Li gund keleheke dîrokî heye. Nayê zanîn bê çend hezar salî ye. Lê di nav gundiyan de wek keleha Qeyserê Romê tê dîtin.
Her wiha li gund goreke 500 salî kevn heye. Li ser kêla gorê “Zeynedînê kurê Cezûzî” dinivîse. Ji ber piştî zewacê bûk û zava diçin ser wê gorê û diayan dikin, jê re “Tirba Bûk û Zava” tê gotin.
Zivinga Hebizbiniyan digel nêzîktirê Mêrdînê ye, lê di qeydên dewletê de bi ser Kercewsa Batmanê ve ye.
2- Zivinga Sipî (Akçakuşak): Bi ser navçeya Basa (Güçlükonak) ya Şirnexê ve ye. Mezrayeke Hebizbiniyan jî bi heman navî heye.
3- Zivinga Hacî Elî (Yağızoymak): Wek Zivinga Botan jî tê zanîn. Bi ser navçeya Basa (Güçlükonak) ya Şirnexê ve ye. Şirovekarê dîwana Cizîrî, Mela Ehmedê Zivingî (1893-1971) ji vî gundî ye. Her wiha dîroknasê edebiyata Kurdî Evdireqîb Yûsuf û Mela Eliyê Baqustanî, ji vî gundî ne.
4- Zivinga Temika (Eski Mağara): Li derdora Nisêbînê ye. Merkeza eşîra Temika ye. Zanayê navdar Mûsa Anter ji vî gundî ye. Mûsa Anter bi behsa Zivingê dest bi bîranînên xwe dike.
5- Zivinga Dirêj (Otluk): Li derdora Midyadê ye. Gundê eşîra Dorikan e. Keleheke dîrokî li gund heye. Li gor gundiyan keleh ji dema Skenderê Makedonî maye. Mela Ebdullahê Firfêlî (1907-1995) ji vî gundî ye.
6- Zivinga Şikakan (Ağaçyurdu): Gundê navçeya Basa ya Şirnexê ye. Li çiyayê Gabarê ye. Dersdarê navdar Mela Mihemedê Zivingî (1876-1971) ji vî gundî ye.
7- Zivinga Mendan (Armutalan): Gundê Mendiyan e. Di navbera Stewrê-Midyad û Hebizbiniyan de ye. Bi ser Stewrê ve ye. Şirovekarê Quranê Mela Muhemedê Zivingî ji vî gundî ye.
8- Zivinga Celo (Yoncalı): Wek Zivinga Celikan û Zivinga Celo tê zanîn. Bi ser Kerborana Mêrdînê ve ye.
9- Zivinga Pirareş (Akıncı): Gundekî bi ser Pira Reş (Karaköprü) ya Ruhayê ve ye.
10- Zivinga Zoro: Bi ser Bişêriyê ve ye. Wargeha eşîra Reşkotan e. Mezraya Newalê (Eskihamur) ye.
Zoro, mirovekî Êzidî ye. Mezinê eşîra Şedikan e. Di salên 1830î de mîrektiya herêmê kiriye û ev gund ava kiriye. Piştre wek Zivinga Yaho deng daye.
Di dîlokekê de navê vê Zivingê wiha derbas dibe: “Ez li çola Zivingê tu çola Zivingê / Çavê lawik di xwe de destî ser tivingê”.
11- Zivinga Duhokê: Di navbera Mangêşk û Bamernê de, bi ser navçeya Mangêşkê ya parêzgeha Duhokê ve ye.
12- Zivinga Kanîmasê: Bi ser navçeya Kanîmasê ya parêzgeha Duhokê ve ye. Tenê şûnwarên wê mane.
13- Zivinga Efrînê: Nêzîkî Efrînê, bi ser navçeya Bilbilê ve ye. Wek Zivinga Çiyayê Hawarê tê zanîn. Malbata Kevin, Malbata Mendo û Malbata Heyso niştecihên vî gundî ne. Bi navê Zivingê (nêzîkî Cindêris) û Geliyê Zivingê (navbera gundê Qopê û Bedîna) du gundên din jî li derdora Efrînê hene.
Ez wek Necat Zivingî li yek ji van Zivingên Kurdistanê mezin bûm. Min heft salên zaroktiya xwe li qesra me ya Zivingê derbas kirin.
Her gundî gelek çîrok û taybetmendiyên xwe hene. Êvarên înan, min bi çavê xwe temaşe kir. Li Zivingê çirayek ji ser tehta miriyan pê diket, ji çem derbas dibû, diçû li bin dara gûzê ditefiya.
Min li keliha sedsalan lîst, çîroka tehta xezînê bihîst. Yekî nanê bi sêhr çêkiriye û çûye ber tehtê, sê caran bang kiriye “Qero! Qero! Qero!”. Dema deriyê tehtê vebûye û ezameta Qero dîtiye, ketiye û ji hiş çûye.
Jiyana gundan digel hemî zehmetiyên xwe jiyana dewlemendiyê bû. Li çemê newalê ketim avê. Ji berû, sêv, hirmî û xoxên sirûştî xwar. Min dara gûzê daweşand, tirûreşk û hijîr dane hev.
Li nav rezan, li bin dêliyan geriyam. Me tiriyê mezrone esirand, di mehseran de. Keland û kir dims.
Li gundan jiyan bi ajel û heywanan re di nav hev de ye. Li ber deriyê me kûçikên me hebûn. Min da dû şevşevokan di şikeftan de. Digotin yê vexwe bi aqiltir dibe, min di baskê şevşevokekê de av vexwar.
Bi dû hêlînên kundan ketim. Bi tîtî, şalûl, kevok û tivîlkan re min hevaltî kir. Bûm şivanê pez, şîr doşand, tehma firo ji bîr nekir.
Li hespan siwar bûm, bi tajiyan re da dû roviyan. Min ji sihoran hez kir, bi jûjî û kûsiyan lîst.
Mar bi kalê me vedabû, xwîndariya me û wan hebû. Me digot “Ji bo heyfa kalê min”.
Di şeveke tarî de, dema patosa li nav erd, min reva gurekî ketibû pez dît.
Rojekê hilkişiyabûm tehteke bilind, ji bo çêlîkên kundekî. Lê kund hatibû û bi baskê xwe şeqamek li min dabû. Jê qeriyam û daketim.
Ji ber me tim li asîmanan dîbûn, min nedizanî eylo, ewqas mezin û bi heybet in. Rojekê me yekî birîndar girt. Bir, derman kir û firand.
Lê em netebitîn di şikefta xwe de. Nehiştin. Ji Zivingê derketim. Bi dunyayê ketim.
Piştî heft salên zaroktiyê, malbata min ya ku tik û tenê li serê wî çiyayî mabû (bavê min digot dernakevim) ji gund derketibû û nêzîkî bîst salan bi hesreta Zivingê mabûm. Bi derbasbûna salan, bêtir di hişê min de bûbû cîhaneke xeyalî.
Niha nayê bîra min bê kîjan salê min serdana Zivingê kir û hestê min çi bûn. Lê baş dizanim, zewqeke bêhempa bû vegera li wargeha zaroktiya xwe. Mîna xewneke efsûnî.
Çima ewqas sal di ser re borîn? Rê nebû, Zivingê gundekî dûr û asê bû, tirs hebû û kesî negotibû ka em seriyekî li gundê xalî bixin.
Piştî salan, çendîn caran çûm. Li dewsên zaroktiya xwe geriyam, lê tim ligel min yek hebû.
Cara tenê çûm, pê hesiyam. Mîna tenê perdeyek di navbera min û zaroktiyê de, kelecanî û hestyar bûm.
Ji ber tim bi hinekan re hatibûm, di kaş û hevrazên zaroktiya xwe de nemeşiyabûm. Û şikeftek hebû, neçûbûmê. Gelo ew şikeft bira jî heye? Vê carê di hevrazan re hilkişiyam û bi ser wê şikeftê vebûm. Hez û daxwazeke nayê gotin xwe li min pêça. Mirov tenê vedigere zaroktiya xwe.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse