Ewropa vîtesê diguhere

06-06-2024
Nîşan Ewropa Rastgirî Hilbijartin
A+ A-

Di sedsala bîst û yekê de, ti salan bi qasî îsal (2024) hilbijartin nehatine kirin. Quncikeke dinyayê nîne, Kurdistana me jî di nav de, ku îsal behsa hilbijartinan lê neyê kirin. Ev hemû hilbijartin jî 'ger demokratîk bin' ji bo paşeroja me û ya nifşên di pey me re jî çarenivîssaz in.

Lê dîsa jî kampanyayên hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê bi coş û kelecana ku meriv di hilbijartineke normal a li welatekî demokratîk de dibîne, nayên kirin. Ma ev tê vê wateyê ku ev hilbijartin ne girîng in? Na.

Bi taybetî ji bo me ku hem wekî Kurdistanê, dost û piştevanên me yên Ewropayî hene û hem jî ji bo Kurdên Diyasporayê û ji bo koçberan bi giştî jî hilbijartin girîng in. Ji ber ku Ewropa vîtesê diguhere. Ez ê ji we re bibêjim çawa.

Tê bîra min gava ez diçûm ku hilbijartinan an civînên bilind ên Yekîtiya Ewropayê rûmal bikim û rêya min bi avahiya Parlamentoya Ewropayê diket, wêneyekî min ê zelal hebû ka çi li wir diqewime. Gelek caran jî hevalên me yên parlamenter ji min re behs dikir ka cudahiya karê wan ji karê parlamenterekî federal ê Almanyayê çi ye.

Li Parlamentoya Ewropayê tiştek bi navê fraksyonên mixalif û desthilatê nîne. Pêkan e ku parlamenterekî sosyaldemokrat ji welatekî Ewropayê hatibe ku partiya wî li wî welatî mixalefet be û li Brûkselê bi parlementerekî din ê sosyaldemokrat re ku partiya wî li welatê wî desthilatdar e, herin nav heman koma parlamentoyê.

Karê wan beşdarbûna di danîna siyaseta giştî ya YEyê de ye û li gorî 2/3yê parlamenteran hevalbendiyê dikin an jî li dijî hev derdikevin. Loma jî tiştek bi navê fraksyonê li wir nîne, li şûnê, komên parlamenî yên hevbîr hene ku ji bo danîna yasayên nêzî ramanên xwe ji bo tevahiya Ewropayê bi hev re kar dikin.

Di wan salan de ku ez diçûm Brûksel û Strasbourgê 'ku avahiya Parlamentoya Ewropayê li her duyan heye û civîn û gengeşe li wan têne kirin' mijarên fena guhertinên jîngehê, geşepêdanên aborî, pêşketinên dîjîtal û hin mijarên din diketin ber neştera gengeşeyên parlamenteran.

Çep, rast û navînan li hev dikir ku wer bikin ku rastgir û çepgirên tundrew di parlementoyê de nebin xwedî dengekî xurt. Ji ber ku wan 'nexasim rastgiran' bi awayekî eşkere tinazên xwe bi YEyê dikir û di wê baweriyê de bûn ku divê welatên wan jê derkevin.

Rapirsiyên têkildarî hilbijartinên rojên bê nîşan didin ku divê YE vîtesê biguhere û bipejirîne ku rastgirên tundrew beşekê ji karnameya parlamento û YEyê deynin. Niha li şeş welatan 'Îtalya, Macaristan, Komara Çekê, Fînlanda, Xirwatya û Slovakya' rastgir di hikûmetê de ne.

Li Holendayê piştî danûstandinên şeş mehan, hikûmeteke rastgir bi beşdariya partiya Geert Wildersê dijî koçber û Misilmanan tê ser desthilatê.

Li Swêdê jî hikûmet bi dengê rastgiran pêk hatiye û bêyî wan biryareke tikîtenê jî nayê standin.

Rapirsî dibêjin ku di vê hilbijartinê de ne tenê kesên bitemen û ji koçberan aciz, li dewsê, hin ciwan jî dê dengên xwe bidin partiyên rastgir. Balkêş e ku rastgiran bi vê yekê pêgeha xwe di nav dengderan de xurt kiriye ku dibêjin koçber li ser xezîneya dewletê barekî giran in. Herwisa dibêjin ku ew dê wer bikin ku êdî pereyên dewletên Ewropayê 'belaş' neçin ji koçberan re.

Lê lêkolîneke nû li zanîngeheke Holendayê îsbat kiriye ku koçber ji yên bê paşxaneke koçberiyê zêdetir pereyan dixin qaseya dewletê. Sedem jî ew e ku civakên Ewropayê ber bi pîrbûnê ve diçin, kêmtir kar dikin û bêtir pêdiviya wan bi xizmetguzariyên dewletê çêdibe.

Wekî jinekê tiştê herî balkêş ji bo min jî ew e ku namzedên Kurd ên Parlamentoya Ewropayê hemû jin in û ji bo misogerkirina kursiyekî ji 720 kursiyên Parlamentoya Ewropayê hevrikiyê dikin.

Ez serbilind im ku jinên me li Ewropayê jî leheng in û girîng dibînin ku ne tenê bibin dengê xwe lê di heman demê de bibin dengê bêdengan jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst