Erkan Reşîd
Va hilbijartina 10.10.2021 ji bo Parlamentoya Iraqê xilas bû. Her alî û frakisyonekê çend kursî ji xwe re misoger kirin.
Di ser her têbîniyekê re ku li ser birêveçûna vê proseyê hebû, her çiqas ez bawer dikim heke ev prose bi hilbijartinên din re were danberhevkirin, xasma hilbijartina sala 2018an, qet nebe li Herêma Kurdistanê ev hilbijartin a herî pak û paqij bû. Niha Kurd xwediyên 63 kursiyan e û çend kursiyên xwe zêde kirine.
Li vir pêwîst e em çend rastiyan bînin bîra hemî aliyan:
1. Ev hikûmet li jêr sîbera Destûra Iraqê pêk tê û divê ev welat jî ji aliyê her sê aliyên sereke (Kurd, Şîe û Sunî) û hinek kotayan ve were birêvebirin.
2. Di aliyê teorîk de, pêkan e ku yek ji van her sê aliyan an du ji wan hikûmetê pêk bînin û aliyê din opozisyon be. Lê di aliyê realîst de ev qet naqewime û nabe ketwar. Bi sedema vê tevna civakî ku heye û bi sedema wê jêrxana ku van aliyan hebû yan di 100 salên borî de tê de derbas bûn, xasma Kurd û paşê Şîe û niha jî Sunî ku bawer dikin desthilat ji destê wan derketiye. Êdî tişta ku me nivîsî ne tiştekî ecêb û xerîb e ku min kişf kiribe, lê belê barêş û rastiyeke rojane ye û em pê re dijîn.
3. Tişta pir giring ajendaya her yek ji van aliyan e dema ber bi hikûmetê pêngav davêjin. Li vir ne zêde merema min e ku ez vê nivîsê terxanî ajendaya Sunî û Şîeyan bikim. Ew xwedî hizirvan û karaterên xwe ne. Lê di rastiyê de ji mafê her Kurdekî ye wek çawa maf û erkê wî bû ji bo dengdanê, wiha jî binivîse û li ser şêwaza ajendaya Kurdan wexta ber bi Bexdayê biçin bipeyive.
4. Pir pêwîst e îbret ji 15 salên borî were girtin û çewtî neyên dubare û sêbare kirin. Dev ji dirûşma bêkêr a (yekrêziyê) berdin û ber bi nivîsîna projeyekê pêngav bavêjin ku hemî aliyên Kurdî xwe tê de bibînin û wek erkê ser milên xwe bibînin ku kar jê re bikin û berî çûna wan ji bo Bexdayê hemî li ser li hev bikin. Ji xwe heke li Parlamentoya Kurdistanê jî deng li ser were dan dê hîj bihêztir bibe. Divê daxwazên Kurdan zelal bin û her takekesekî Kurd bizane wexta ku parlamenter diçe Bexdayê erkekî wî heye û li gor wê erkê hem ew û hem partiya wî piştî çar salan an tên xelatkirin an tên cezakirin û êdî em ji muzayedatên di kanalên ragihandinê de difilitin.
5. Pilebendiya daxwazan were kirin. Hene pir stratejî ne wek (cîgîrkirina pişka budceyê û rizgarkirina wê ji vê gengeşeya salane ya parlamentoyê û dabînkirina qût û nanê vî gelî. Herwisa yekalîkirina navçeyên cihê nakokiyê yan navçeyên veqetandî yan vebirî, navê wan çi dibe bila bibe pêwîst e were yekalîkirin. Herwisa meseleya petrolê û çareseriya yasaya gaz û petrolê). Ev her sê war bandora wan a rasterast li ser aborî, civakî, siyasî û kultûra vê herêmê heye. Piştî van daxwazên din tiştên rojane ne û çêdibe werin li paşxistin.
6. Karkirin li ser aramkirina têkiliyên Bexda û Herêma Kurdistanê û rizgarkirina xelkê ji vê dilgiranî û dilfikara ku bi berdewamî tê de dijîn.
7. Danûstandin (ango tu çi didî, çi werdigirî?) li hember doza stratejî divê doza stratejî hebe û her dozek bi giranî û qebareya xwe, ne ku li hember ku wezaretek bidest bikeve tu çavê xwe ji doz û daxwazeke stratejî biqurçînî.
8. Ji bo ku wek dibêjin yekrêzî hebe, pêwîst e di wê projeya ku tê nivîsîn de, beşeka wê jî qala wan pile û postan bike ku ji hikûmetê tên wergirtin û çawa reftar pê re were kirin. Ne ku (pişka te ji min re û ez ê pişka xwe jî bixwim) were bikaranîn.
9. Heke biryar wisa be posta serokkomar ji bo Kurdan bibe, ji bo xizmeta wê projeya ku me behs kir, rasttir wiha ye û baştir wiha ye ku yek kandîdê Kurdan hebe ne ku her ji destpêk û pêngava yekem ve wisa derkeve ku Kurd her yek ji wan û aliyek ji wan di newaleke cuda de ne.
10. Heke mil li milê vê tifaqa ku pêwîst e aliyên Kurdî bikin, berî herin Bexdayê dest bi reformê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de neyê kirin, bi ti awayî av naçe ser aşê vê projeyê û heman derdeserê gerên berê dubare dibe û hergav pêwendiyeke nesiruştî di navbera endamên parlamentoyê yên PDK û YNKê li milekî û yên din (Nifşê Nû, Yekgirtû û Komel) de tê dîtin.
11. Tişta ku min nivîsiye realîte ye û berpirsiyarên yekem li vir PDK û YNKê ne. Her çi windakirin an jidestçûneke pileyên îdarî li Bexdayê qewimîbe, ev her du alî ji hûr û girê wê berpirsiyar bûn. Ji niha bi şûn de, xasma di nav wezaretên hundir û berevaniyê de jî berpirsiyar dibin. Ez hêvî dikim xeletî û şaşiyên dema borî neyên dubare û sêbarekirin
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse