Li Îzmîrê karkerên metro û tramvayê dest bi grevê kir

31-07-2023
RÛDAW
Li Îzmirê karmendên metro û tramvayê çûn grevê
Li Îzmirê karmendên metro û tramvayê çûn grevê
Nîşan Îzmîr Metro Grev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îzmirê karkerên metro û tramvayê yên endamên Sendîkaya Xebatkarên Rêhesina Tirkiyeyê ji ber ku di civînên Peymana Kar a Komî (TIS) de lihevkirin pêk nehat, çûn grevê.

Li Îzmirê ji civînên Peymana Kar a Komî ya ku 625 karmendan eleqedar dike, encam derneket.

"Em dibêjin divê mafê kedkar û heqdestê wan were dayîn"

Serokê Şaxa Îzmirê ya Sendîkaya Xebatkarên Rêhesina Tirkiyeyê Hamdullah Gîral di daxuyaniya rojnamevanî de got:

"Ji ber ku daxwazên me yên rewa nehatin cîbicîkirin, em biryara xwe ya grevê ya ku me berê wergirtibû, ji vê saetê şûnde cîbicî dikin. Ji bo me hemûyan li ser xêrê be. Me her tim got, heta niha me her tim destê xwe dirêj kir û deriyê xwe vekirî hişt. Me dest bi grevê kiribe jî deriyê me dîsa vekiriye. Em dibêjin divê mafê kedkaran û heqdestê wan were dayîn.”

Karkeran afîşên agahdarkirina destpêkirina çalakiya xwe ya grevê li ser deriyê hemû metro û tramvayên nav bajêr daleqandin.

Welatiyên serê sibehê çûn kar û haya wan ji çalakiyê nebû li ber deriyê metroyan kom bûn lê derî hemû girtî bûn û li ser wan hatiye nivîsîn ku “karkerên metro û tramvayan di grevê de ne.”

Welatî Mehmet Kaymaz jî got: “Em bi metroyê diçin û tên, demjimêr 5ê sibehê divê ez biçim kar, em hatin me dît ku metro nîne. Em dê niha çi bikin? Ez li benda taksiyekê me ku bikarim pê biçim karê xwe.”

Welatî Mumin Ozturk jî got: “Divê li welatiyan jî bifikirin, ev xelk dê çawa biçe kar. Ez her sibeh bi metroyê diçim kar. Hêvîdar im zêde dirêj neke.”

Li laiyê din, ji ber metro û tramvay ku rawestiyane giranî ket ser otobûsên nav bajêr.

Welatî bi demjimêran di dorê de radiwestin heta bikaribin li otobûsekê siwar bibin û biçin karê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst