Helîkoptera Tirkiyeyê ket: 3 kes wenda ne

17-09-2023
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Helîkopter Agir Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Menderesê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê helîkoptera Rêveberiya Giştî ya Daristanan ket xwarê û sê kesên di helîkopterê de bûn wenda ne.

Ew helîkopter dema dixwest ji bo vemirandina agirê li daristana navçeyê avê wergire, ketiye Bendava Tahtaliyê.

Derbarê mijarê de Wezîrê Çandinî û Daristanan yê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumaklî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê daxuyanî da.

"Xwestiye ji Bendava Tahtali avê wergire"

Îbrahîm Yumaklî diyar kir ku helîkoptera Rêveberiya Giştî ya Daristanan dema hewl dida agirê bi daristanê ketiye vemirîne duh bi şev demjimêr 23:53yan pêwendiya wê bi tîman re qut bûye û got:

“Di encama lêkolînan de hat zanîn ku dema xwestiye ji Bendava Tahtali avê wergire ketiye bendavê. Tîmên tenduristiyê, ewlehiya peravan, AFAD, UMKE û cendirme çûn cihê bûyerê û wan dest bi lêgerînê kiriye.

Ji çar kesên ku di helîkopterê de yek bi saxî ji avê hatiye derxistin û lêgerîna li 3 kesên din berdewam e.”

Li Taxa Kelerê ya Menderesê duh ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ketibû û agir di demeke kurt de li çiyayên derdora Bendava Tahtaliyê belav bû.

Ji bo vemirandina agir ji hewa û bejayî ve hewldan didomin.

Bi 9 firoke, 20 helîkopter, 54 otomobîlên vemirandina agir, 20 tankêrên avê, 10 dozer, 10 otomobîlên destêwerdana destpêkê û 500 kesan xebatên vemirandina agir berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst