Li Tirkiyeyê amedehiya reformên darazê: ‘Bi paş de gav tên avêtin’

31-05-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Huseyîn Kuçukbalaban (li çepê) û Yusuf Dere  / Wêne: Rûdaw
Huseyîn Kuçukbalaban (li çepê) û Yusuf Dere / Wêne: Rûdaw
Nîşan Reformên Darazê Amadehî Sîxurî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Hikumeta Tirkiyeyê amadehiya pakêta nehemîn a reformên darazê dike.

Herçend hîn tiştekî şênber nebe jî ji niha de gelek nerazîbûn li dijî vê paketê hene.

Li gorî agahiyên di derbarê vê paketê de belav bûne, hikûmet dê sînorê yasaya sîxuriyê berfirehtir bike.

Eger pakêt bê pesendkirin êdî dadgeh dikarin hinek tawanan wekî “tawanên sîxuriyê” şirove bikin û li gorî wê jî darizandin bê kirin.

Hikumeta Tirkiyeyê ji bo reformên di nav sîstema darazê de heta niha 8 pakêt amade kirine.

Hikûmet niha jî pakêta nehemîn a reformên darazê amade dike.

Li gori hikumetê armanca sereke ya vê paketê bicihkirina sîstemeke adilane ye lê hiquqnas û mafparêz rexneyan li karê hikumetê digirin.

Bi dîtina wan, hikumetê heta niha jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên sîstema darazê karekî cidî nekiriye.

“Ji pêşketinê zêdetir bi paş de gav tên avêtin”

Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku tiştên tên kirin ne reform in û got:

“Ji pêşketinê zêdetir bi paş de gav tên avêtin. Ji bo hikumetê paşeroja dewletê û hikumetê ji heq û edaletê girîngtir dibe.

Em dikarin bibêjin karên ku piştî sala 2013an ji aliyê AK Partiyê ve wekî ferorman hatine kirin, ne reform in û zêdetir di maf û azadiyan de bi paş de gavavêtin in.”

Yek ji xalên ku di pakêta nehemîn de cih digire xala “sîxuriya bibandor e.”

Li gorî vê xalê, dadgeh dikarin ji ber karê kesekî yan saziyekê doza tawana sîxuriyê vekin.

Wê demê ev kes yan sazî dê wekî “sîxur” bên darizandin.

Dadgeh dikarin pêwendiyên hin karsaz û saziyên civaka sivîl a bi saziyên welatên biyanî re jî wekî sîxuriyê binirxînin. 

“Nabe ku şirove û nirxandin hebin”

Hiqûqnas Yusuf Dere jî bal kişand ser pêwîstiyên hiqûqê û anî zimên:

“Di mijara hiquqa cezayan de nabe ku şirove û nirxandin hebin, pêwîstî bi xalên zelal heye.

Lê dema em li xala navborî dinêrin bi taybetî li ser mijara ewlehiya dewletê hesasîyetek heye û dewlet ji bo parastina xwe dikare raporekê, yan nûçeyekê yan her karekî din ku bi dilê hikûmetê nebe wekî sîxuriyê bibîne.”

Pakêta nehemîn a reformên darazê li komisyona Wezareta Dadê tê gotûbêjkirin û piştî gotûbêjan jî biryara li parlementoyê dê bikeve ber dengdanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst