Meral Daniş Beştaşê hişyarî da Îmamoglu

01-04-2024
Nîşan Meral Daniş Beştaş Ekrem Îmamoglu Hilbijartin Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzeda Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê hilbijartinên Stenbolê nirxandin.

Li gorî encamên nefermî, li Stenbolê Namzedê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) yê CHPyê Ekrem Îmamoglu bi ser ketiye.

Meral Daniş Beştaşê di nirxandina xwe de hişyarî da Ekrêm Îmamoglu û got:

"Îmamoglu bila bi ti awayî nebêje 'Ev deng ên min in'.

Dengên ku wergitin ne yên wî ne, hilbijêrên me deng dan wir."

Beştaşê li avahiya bajêr a partiya xwe encamên hilbijartinê yên nefermî nirxandin.

“Ne dengên wî ne”

Beştaşê got ku hilbijêrên DEM Partiyê xwest ku ceza li AK Partiyê bibirin û wiha axivî:

"Hilbijêran derbarê vê de biryarek da. Ango ne hilbijêrên DEMê bi giştî hilbijêran biryarek da.

Hilbijêrên DEMê jî xwest ku di vê mijarê de ceza ji AKPyê ra bibirin.

Encama derket ev e. Ango ez vê jî bibêjim: Îmamoglu bila bi ti awayî nebêje 'Ev deng yên min in'.

Dengên ku wergirtin ne yên wî ne, hilbijêrên me deng dan wir."

“Ya rast me winda nekiriye”

Beştaşê da zanîn ku ku partiya wê li Stenbolê winda nekiriye û pê de çû:

"Dibe ku hûn bibêjin rêjeya dengan û rêza sêyemîn dijberî hev in lê ya rast me winda nekiriye.

Ji ber ku em gelekî baş dizanin ku hilbijêrên me çima çûn û çima mecbûrî vê bûn."

“Her kes vê dizane”

Beştaşê got ku li Stenbolê milyonek mirov beşdarî çalakiya Newrozê bûn û wiha axivî:

"Va ye ji ber vê yekê divê Îmamoglu bila bi ti awayî nebêje 'Ev deng ên min in'.

Ya rast hilbijêrên me bi gotina wî "dengên stratejîk" dan û careke din nîşan da ka çiqasî mahir in, hevseng tevdigerin.

Heke hevkêşeyeke wiha nebûya dengên me ti carî ne ev bûn. Her kes vê dizane."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst