Ozgur Ozel li ser nîşana 'gurê boz' û Denîz Nakî axivî

04-07-2024
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Denîz Nakî Merîh Demîral Gurê Boz Nîşana Zaferê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser nîqaşên nîşana “gurê boz” lîstikvanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî bibîr xist û got “Divê em di derbarê nîşanan de azadîxwaz bin”

Piştî ku lîstikvanê tîma Tirkiyeyê nîşana “gurê boz” kir Tirkiye û Almanyayê bangî balyozên hev kir.

2yê mehê tîmên neteweyî yên Tirkiye û Awisturyayê di çarçoveya maça EURO 2024ê hatin pêşberî hev.

Lîstikvanê Tirkiyeyê Merîh Demîral piştî gol avêt işareta “gurê boz” kir.

Ev tevgera Merîh Demîral bû sedema gelek bertekên tund.

“Denîz Nakî ji ber nîşana zaferê hatibû lînçkirin”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser nîqaşan wiha axivî:

“Niha pêwîstiya Tirkiye û Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê ne bi nîqaş û polemîkan bi konsantreya maça êvara yekşemê heye.

Li vir tenê tiştek heye; em tevgera UEFA FIFAyê rast nabînin.

Me doh jî diyar kiribû ji ber ku lîstikvanekî ciwan di dema kefexweşiya xwe ya golê de nîşana ku bi kar aniye em lêpirsîneke wiha rast nabînin.

Lê gurkirin û mezinkirina vê nîqaşê li Tirkiyeyê û hewldana wê bikişîni nuqteyeke nakokiya siyasî, di serî de zirarê dide Tîma Neteweyî.

Divê her kes di vê mijarê de hestiyar tev bigere.

Divê di vê mijarê de, di vê mijara nîşanan de mirov azadîxwaz be, pirsgirêk tine.

Em her tim wisa bûn. Lê belê berî çend sala gava ku werzişvanekî me yê ciwan (Denîz Nakî) “nîşana zaferê” bi kar anî, îro ji aliyê kesên ku azadiya vê nîşanê (nîşana gurê boz) diparêzin ve hatibû lînçkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst