Ozgur Ozel: Ez dê herim Şamê û bi Esed re rûnim

05-07-2024
Nîşan Ozgur Ozel CHP Beşar Esed Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ozgur Ozel got, “Di demeke gelekî nêzîk de ez dê herim Şamê. Meha Tîrmehê ez dê bi rêya Libnanê herim Şamê û bi Esed re rûnim.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel di bernameyeke televîzyonê de li ser mijara pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê axivî.

Ozel diyar kir ku ew dê tîrmehê tevî şandeyekê here Şama paytexta Sûriyeyê û bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re bicive.

“Divê bûyerên wekî yên li Qeyseriyê ducare nebin”

Ozgur Ozel bûyerên li Qeyseriyê jî bi bîr anîn û got:

“Di demeke gelekî nêzîk de ez dê tevî şandeyekê herim Şamê. Ez dê meha tîrmehê bi rêya Libnanê herim.

Ez dê gelekî hewl bidim ku Tirkiye û Esed li hev rûnin û vê meseleyê (mijara koçberan) çareser bikin.

Di vê mijarê de kampanyaya herî mezin em dê bikin tenê bila her kes xwediyê wê vîne be ku em ji mijara penaberan rizgar bibin.

Divê ev mijar were çareserkirin da ku bûyerên wekî yên li Qeyseriyê ducare nebin.”

Li Qeyseriyê çi bûbû?

Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseyê xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Li hêla din, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser asayîkirina pêwendiyan peyaman didin.

Piştî van peyaman, li Sûriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ji ber egera pêwendiyên Enqere û Şamê xwepêşandanên tund tên lidarxistin.

Li bajarên Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên ku di bin dagirkeriya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ne, gelek çalakiyên mezin hebûn.

Alayên Tirkiyeyê hatin daxistin

Di çalakiyan de alayên Tirkiyeyê hatin daxistin, posterên Erdogan hatin şewitandin, barhilgirên ku ji Tirkiyeyê derbasî nav Sûriyeyê bûn hatin gulebarankirin û şewitandin.

Li Efrînê şer û pevçûn

Hat ragihandin ku li Efrînê jî wesayîtên ku ji Tirkiyeyê dihatin bi heman awayî rastî êrişan hatin.

Xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê yên li Efrînê berfireh bûne û li hin deveran şer û pevçûn derketin û gelek kes birîndar bûn.

Di encama şer û pevçûnan de herî kêm 12 kes hatin kuştin.

Li Tirkiyeyê gelek êriş

Piştî van bûyeran li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên wekî Hatay, Edene, Qeyserî, Bursa, Riha, Dîlok û Kilîsê êrişî Sûriyeyiyan hat kirin.

Li navçeya Serîkê ya Antalyayê ciwanê 17 salî yê bi navê Ehmed Handan El Naîf ji aliyê nijadperestan ve hat kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst